Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdeke giran de ye, li Dêrikê bi hezaran kes daketin kolanan.
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdeke giran de ye, li Dêrikê bi hezaran kes daketin kolanan.
Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Bi hezaran şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê yên kantona Qamişloyê, endamên Tevgera Civaka Demkratîk (TEV-DEM), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandanê ji pêşiya geraja li rojavayê Dêrikê dest pê kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Azadî û edalet ji bo Rêber Ocalan” hatin bilindkirin.
Xwepêşandan li Qada Azadî veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Zeyneb Mûrad axivî.
Zeyneb Mûrad diyar kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîda li ser rêber Ocalan hewl dide doza Kurdan bi dawî bike û got “Gelên herêmê wê bi têkoşîna xwe armancên dewleta Tirk têk bibe.”
Zeyneb Mûrad anî ziman ku çareserkirina pirsgirêk û aloziyên Rojhilata Navîn bi pêkanîna projeya Rêber Ocalan a neteweya demokratîk pêkan e û wiha domand: “Ji lew re bidawîkirina aloziyan bi pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêkan e.”
Zeyneb Mûrad pesnê projeya Rêveberiya Xweser da û got “Bi yekîtiya pêkhateyên herêmê yên ku felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re kirine esas, wê êrişên dewleta Tirk a dagirker bên têkbiri”.
Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm jî destnîşan kir ku xwedîderketina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Rêber Ocalan, asta girêdana wan bi fikr û felsefeya azadî, demokrasî û edaletê ya Rêber Ocalan re nîşan dide.
Ebdurehîm bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Ocalan û got “Azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê wateya azadiya hemû pêkhateyan.”
Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.