Ji bav heta bi kur: Mîrateya PKK'ê

Abdûrrehman Temê û Kamile Temê ku sala 1982'an Tevgera Azadiyê nas kirin, xwedî li emanetên Ocalan derketin. Kurê wan Dilbirîn jî xwedî li emanetên dayik û bavê xwe derdikeve.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1979'an ji Bakurê Kurdistanê hat Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran malbatên Rojavayî firsend dîtin ku wî bibînin. Yek ji wan malbatan jî malbata Temê ya ji gundê Merga Mîra yê Dêrikê ye. Abdûrrehman Temê û Kamile Temê sala 1982'an PKK û Abdullah Ocalan nas kirin û ji hingî ve mala wan bû mala gerîla.

Abdûrrehman Temê sala 1982'an dema ku leşkerî ji rejîma Sûriyeyê re dikir, navê Tevgera Azadiyê bihîst û Şehîd Xebat nas kir. Bi tevkariya Şehîd Xebat bala Abdûrrehman hîn bêhtir çû ser tevgerê û tevî Şehîd Xebat sala 1982'an çû Lubnanê, çû gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Abdûrrehman wê demê weke welatparêzekî bi wezîfe û berpirsyariyê rabû. Hevjînên Temê ku 7 zarokên wan hebûn, ji zarokên xwe re qala dilsoziya xwe ya bi Tevgera Azadiyê re kirin.

14 ŞEHÎDÊN MALBATÊ HENE

Malbata Temê hem li nava Tevgera Azadiyê hem jî li nava xelkê Rojava malbateke welatparêz e ku tê naskirin û hezkirin. 14 şehîdên Malbata Temê hene. Ji şehîdên destpêkê Axîn (1990-1994) û Hemîd Temê (1992-1996) di salên 90'î de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û li Lubnanê li akademiyê perwerde dîtin ku hingî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser bi akademiyê re mijûl dibû. Axîn û Hemîd ên xwişk û birayê hev ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn, bi biryardariya li ser xeta têkoşînê, bi dilsoziya bi bavê xwe Abdûrrehman tevlî nava jiyanê bûn.

Kurê hevjînên Temê Dilbirîn Temê sala 1983'an li gundê Merga Mîra ji dayik bû û li mala li vî gundî şahidî ji jiyana gerîla re kir. Dilbirîn alên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan emanetî bavê wî kirin û wêneyên gerîlayên ku ji sala 1982'an û pê ve hatin mala wan, heta vê demê diparêze û ji malbata xwe re jî qala PKK'ê dike. Dilbirîn qala serpêhatiya dayik û bavê xwe ya bi Tevgera Azadiyê re kir û diyar kir, ku ew bi gerîla û jiyana PKK'ê re serbilind e.

MALA GERÎLA: GUNDÊ MERGA MÎRA

Dilbirîn got, "Sala 1986'an kom ji mala me derketin. Wê demê hîn ê sê salî bûm. Komek dihat, yek diçû. Destpêkê 60, roj bi roj bûn 70, 80 û 100. Zêde nayê bîra min, lê belê çûn û hatin gelekî zêde bû. Ew di bîra min de ma. Dayika min her tim digot ku mala me mala gerîla û Rêber Apo ye. Bi hesreteke mezin ev yek dianî ser ziman."

Abdûrrehman Temê demeke dirêj milîs bû, li gel êşkenceyên rejîma Sûriyeyê jî paşve gav nevaêt, nesekinî û her roj hîn bêhtir bi gerîla ve hate girêdan. Dilbirîn anî ziman ku li mala xwe ya li gundê Merga Mîra dema ku komeke gerîla wê derbasî Lubnanê bibûya, metka wî (Şehîd Axîn) û apê wî (Şehîd Hemîd) jî di wê komê de bû û wiha dewam kir, "Bavê min qalê dikir. Bi destê xwe xwişka xwe bir Qada Rêbertî. Metik û apê min tevî komekê hatin hewşa me ku wê biçûna Lubnanê, lê belê haya wan ji hev tune bû. Dema ku bi rengekî matmayî li hev dinihêrî, hingî bavê min hat û keniya. Ji wan hebû ku wê di nava qelebalixiyê de neyên dîtin. Bavê min ji wan re got ku nikare herduyan bi hev re bibe -bêguman pîrka min jî amade ye, li pêşiya keç û kurê xwe nabe asteng, pê serbilind e- soz dide ku wê li ser şopa şehîdan bimeşin. Bavê min destpêkê metika min, piştre jî apê min dibe Lubnanê."

LI BER XWE DA, POŞMAN NEBÛ

Rejîma Sûriyeyê fêhm dike ku Abdûrrehman milîs e, dide dû wî, gelek êşkenceyê lê dike, lê ew paşve gavê neavêje. Diçe Lubnanê û du mehan li akademiya li Lubnanê dimîne. Dilbirîn diyar kir ku bavê wî 4 caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hate girtin, êşkenceya giran lê hate kirin û got, "Piştî Qada Rêbertî vegeriya Dêrikê û ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve 6 mehan hate girtin. Lê belê wî li ber xwe da, rojekê jî poşman nebû."

RÊBERÊ GELÊ KURD ABDULLAH OCALAN XATIR JI MALBATÊ XWEST

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 1998'an dema ku ji Sûriyeyê derket, yek ji malbatên welatparêz ên ku xatir jê xwest malbata Temê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku xatir ji hevjînên Temê xwest, ji blî ala PKK'ê ya sala 1988'an da wan, sê alên din radestî wan kir. Dilbirîn li gorî gotinên bavê xwe wiha axivî: "Rêbertî alek emanetî bavê min kir. Hîn ê li mala me ye. Yek ji alên li qadê di sala 1988'an de li Lubnanê dabû bavê min. Rêbertî dema ku ji Sûriyeyê derket, dîmenê wî hene; alên biçûk ên li ser maseyê û aleke PKK'ê careke din emanetî bavê min dike û jê dixwaze ku xwedî lê derkeve. 30 sal in li mala me ye û ji nifşan digihêje nifşên nû.

MIRIN DAN PÊŞ ÇAVÊN XWE, XWEDÎ LÊ DERKETIN

Bavê min mîna çavên xwe li emanetên Rêbertî xwedî derdiket. Digot ku her yek ji wan dîrok e û şîret dikir ku çawa ew diparêze, divê em jî biparêzin. Çawa ku bavê min bi vî rengî xwedî li arşîva PKK'ê derket û parast, ez jî li ser şopa wî me. Bi zehmetî û metirsiyeke mezin ev arşîv hatin parastin. Her komek çawa hat û çawa çû. Ji xwarinê heta bi sohbetê wêne hate kişandin. Bavê min timî digot, Rêbertî arşîvê gelekî girîng dibîne, ew nemînin jî wê bîranîna wan bimîne."

25 SALAN PARAST

Abdûrrehman ku li gundê Merga mîra di hundirê qertonekê de 25 salan wêneyên gerîla û Ocalan li binê axê veşart, rojekê diçe gund û emanetên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdixîne. Dilbirîn qala wê rojê kir: "Bi destên xwe ew wêne ji binê axê derxist, yek bi yek paqij kir. Wêne şil bûbûn, bi hev zeliqî bûn. Axa li ser avêt, piştre jî bi paçikekî paqij kir. Di nava wêneyan de tenê zerar li wêneyên Rêber Apo nebû bû. Bavê min hingî gelekî hestwar bû, digot ku divê mîna çavên xwe xwedî li van bîranînan, van wêneyan derkeve."

NEXWEŞIYA GIRAN A JI BER ÊŞKENCEYÊ

Abdûrrehman sala 2012'an ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve careke din hate girtin û 20 rojan di bin êşkenceyê de ma. Piştî salekê hate berdan. Abdûrrehman Temê ji ber êşkenceya li zindana rejîma Sûriyeyê bi nexweşiyeke giran ket û sala 2013'an şehîd bû.

BIRÎNÊN WAN DIPÊÇA, PORÊ WAN HINE DIKIR

Dilbirîn diyar kir ku dayika wî Kamîle ji wî bêhtir ji gerîla re dayiktî dikir û got, "Dayika min bi dil û can xizmet dikir. Porê hevalên jin hine dikir, birînên wan dipêça. Mîna keça wê ne nêzîk dibû. Bûbû doktora hevalan, birînên hevalan dipêça, xwarin jê re çêdikir, xwarin dida wan."

EW JÎ JI ZAROKÊN XWE RE QALÊ DIKE

Dilbirîn ku bavê 3 zarokan e, anî ziman ku ew dixwaze hêjayî keda dayik û bavê xwe bibe û got, "Min serdema destpêkê ya Rêber Apo û PKK'ê ji malbata xwe bihîst. Dema ku gihîştim asta fêhmkirinê min soz da ku hêjayî keda malbata Temê bibim. Niha malbateke min heye û wezîfeya min a herî girîng jî ew e ku mîrateya bavê min ji min re hişt bigihînim zarokên xwe, mîna ku bavê min kir. Çawa ku me emanetên Rêber Apo gihandin heta vê demê, ji niha û pê ve jî divê zarokên min xwedî lê derkevin û bigihînin nifşên nû."