Tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 meh in dewam dike. Li dijî tecrîda girankirî nerazîbûn zêde dibin. Têkildarê mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Nesre Derwêş ji ANF’ê re axivî.
DESTHILATDARÎ JI AVABÛNA CIVAKA AZAD Û DEMOKRATÎK DITIRSIN
Derwêş, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ev 2 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Derwêş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî gelên bindest têkoşiyaye û got, “Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên bindest têkoşînek bê hempa meşandiye. Rêbertî ji bo rizgariya civakên bindest gelek alternatîf û proje pêş xistiye. Hêzên desthilatdar, projeya Rêbertî ya civaka azad û demokratîk, li dijî pergala xwe weke tehlûke dît û li dijî wê komployek navneteweyî pêş xist.”
DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ BÛYE DIRÛŞMEYA TEVAHIYA JINÊN CÎHANÊ
Derwêş, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo azadiya tevahiya jinan, bê navber xebat daye meşandin û wiha dewam kir, “Ji bo jin ji pergala koletiyê û serdestiya mêr rizgar bibe, gelek xebat da meşandin. Rêber Apo dizanîbû ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve pêk tê. Îro em encama vê kedê û fikrê di serhildana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de dibînin. Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî bûye dirûşmeya tevahiya jinên cîhanê. Ev yek encama ked û berxwedana Rêber Apo ye.”
HETA KU AGAHÎ JI RÊBERÊ ME NEYÊ EM Ê HER LI QADAN BIN
Nesrê Derwîş di dawiyê de bal kişand ser helwesta CPT’yê û ev tişt got, “Divê CPT’ê xwe zelal bike û têkildarê rewşa Rêber Apo de daxuyaniyek têrker bide. Divê CPT’ê bi erka xwe rabe. Di şexsê Rêbertî de tevahî civak tecrîd dikin. Li dijî tecrîdê em ê li qadan bin. Heta ku em agahiyek zelal negirin û azadiya Rêbertî ya fîzîkî misoger nekin, wek jin em ê pêşengiya çalakiya bikin û her li qadan bin.”