Serokê YNK’ê Talebanî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Serokê YNK'ê Bafil Talabanî ku çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û rayedarên Rêveberiya Xweser re kir.

Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Celal Talabanî ji bo hin pêwendîdanînan çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêû di serdana xwe de ewilî hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re kir.

Bafil Celal Talebanî di hevdîtinê de diyar kir ku YNK amade ye ku pirsgirêkên heyî bi awayekî aştiyane çareser bike û got:  “Em ê hemû hewlên xwe bidin ji bo ku diyalog bibe bingeha çareseriya pirsgirêkan û derbaskirina rewşê."

Hat diyarkirin ku Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî jî di civînê de bûye û rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û pêşketinên siyasî yên girêdayî wê hatine gotûbejkirin. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêka Kurdî û li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan û berdewamiya hemahengiya leşkerî ji bo têkoşîna li dijî terorê hatiye sekinandin.

Hat ragihandin ku dê Talabanî li Rojavayê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de çend hevdîtinên din jî bike.