Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mûstafa Êto têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.
Mûstafa Êto diyar kir, ku dewleta Tirk a dagirker ji Şehbayê heta bi Dêrikê êrîşî gel, saziyên xizmetguzariyê, cihê petrolê, navendên tenduristiyê dike û got, "Dewleta TIrk ya dagirker projeya civaka azad û demokrat li dijî pergala xwe wek tehlûke dît û li dijî wê heta roja îro bênavber êrîşî herêmê dike. Her wiha xweranegirtina dewleta Tirk a dagirker ji ber wê yekê ye ku hemû pêkhate, ol û gelên herêmê di bin sîwana rêveberiyeke demokratîk û azad de dijîn. Vê yekê ji bo pergala xwe weke metirsiyê dibîne."
Êto ragihand ku dewleta Tirk li gel bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li hemberî gerîla li bin dikeve û got, "Li gel van derbên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwe, her wiha têkçûna xwe di destketiyên li Rojava de dibîne."
Mûstafa Êto bi bîr xist ku Kobanê ji bo Kurdan sembola berxwedan û azadiyê ye, lewma dewleta Tirk timî gefê li Kobanê dixwe, êrîş dike û got, "Hikûmeta AKP-MHP’ê bi van êrîşan dixaze nefeseke nû bide DAÎŞ'ê. Dewleta Tirk mafê însanan binpê dike û êdî derbasî sûcên şer û komkujiyan dibe. Dewleta Tirk cesareta xwe ji ku digire? Ji bêdengiya hêzên navneteweyî digre, her wiha hêzên agaranton yên wek Rûsya û Emrîka helwestên wan têrê nake, lê çendî li ser ragihandina xwe dibêjin ew ne bi van êrîşan re ne. Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê li pêşiya çavên me ne, ku ev êrîş dewam bikin wê hewl bidin senaryoya 2019’an jinûve bixin meriyetê. Hemû pêkhateyên li herêmê çi Kurd, Ereb û Çerkez gihîştin biryara parastina xwe ya rewa û dev ji cih û warê xwe bernadin."
Mûstafa Êto bang li tevahî sazî û kesên demokrat kir, ku li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest bin û bi taybet jî Rûsya û Emerîka divê bi erkên xwe yên exlaqî rabin û wiha dewam kir, "Ev herêm ku terora reş a ku li cîhanê metirsî bû hat tunekirin û yê ku herî destek daye vê terorê dewleta Tirk û Erdogan e. Ji ber wê divê her kes xwedî helwest be, li hemberî dagirkeriyê ku car din terora li herêmê belav nebe û li cîhanê bi giştî metirsî dîsa çênebe. Divê rê li pêşiya van êrîşan were girtin, ji bo ku car din komkujiyeke din neyê kirin."
Êto bal kişand ser dilsozî û helwesta gel a bi xaka xwe ve û got, "Tevî ku gelek komkujî û qetilkirin hatin kirin, lê ji Şehba heta Dêrikê helwesta gel xurt bû li dijî dagirkeriyê. Helwesta xwe ew e ku 'em bi axa xwe ve girêdayî ne û em ê li ser axa xwe bin'."
Mustefa Êto di dawiyê axaftina xwe de got, dewleta TIrk dixwaze krîza ku tê de ye derxîne derve, ji ber ku di demê xwe yên herî tengav û dawî de ye. Her wiha di hilbijartinên li pêş de dixwaze desthilatdariya xwe dîsa bide meşandin. Êto got, dewleta Tirk di dema xwe ya herî tengav de ye û bi hêrsa gelê herêmê wê dewleta Tirk têk biçe.