Qanûna Malbatê gaveke gelekî girîng bû
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim anî ziman ku li gel gelek karên di sala 2022'an de hatin kirin, Saziya Malbatê yek ji karên herî girîng bû.
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim anî ziman ku li gel gelek karên di sala 2022'an de hatin kirin, Saziya Malbatê yek ji karên herî girîng bû.
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim li ser karên saziyê yên sala 2022'an ji ANF'ê re axivî.
Stêr Qasim got, "Tevî ku karên berfireh hatin kirin jî tundiya li jinê û newekheviya li nava civakê dewam dikin. Biryardariya li ser têkoşîna jinê, bû wesîle kuk mafên xwe bi dest bixe. Yek ji van mafan jî qanûna bi hejmara 1325 e. Bêguman li gel biryar û qanûnan jî tundiya li jinê û bêedaletiya civakî bi dawî nebûne. Weke ku tê zanîn li herêma me jî şerek heye ku zêdeyî 10 sal in dewam dike. Li Sûriyeyê beriya vê pêvajoyê jî di mijara mafên jinan de rewşeke lawaz hebû, tundî her li pêş bû. Di nava şerê 10 salan de jî ji gelek aliyan ve tundî li jinan hate kirin, neçar man koç bikin. Ji ber dagirkeriyê neçar man xaka xwe biterikînin û derbasî kampan bibin. Vê yekê bi xwe re xizanî jî anî. Barê jinan li nava civakê û li malê girantir bû. Şer, xizanî, kaos bûn sedem ku tundiya li jinê jî zêde bibe. Îsal me Qanûna Jinê ya ku sala 2014'an hate amadekirin berfireh kir û bi navê hîmê bingehîn ê civakî bi navê malbatê me mohra xwe danîn binê Qanûna Malbatê. Bi qanûnê re mafên jinan li herêmê fermî bû û ji bo bicihanîna edaleta civakî bû zemîneke girîng. Ji bo wekheviyê, bicihanîna edaletê, pêşîgirtina li zewicandina zarokan made hatin diyarkirin û di çarçoveya van madeyan de karê jinûve avakirinê hate destpêkirin."
Stêr Qasim ragihand ku Qanûna Malbatê ji bo wan serketineke mezin bû, projeya wan a herî girîng bû û got, "Li herêmê di bin dirûşma 'Jinên li Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de êşê dikişînin' di 24'ê Adarê de me pêşengî ji Konferansa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re kir. Li herêmê şerekî giran heye, mafên mirovan têne binpêkirin. Lewma girîng bû ku atmosfera şer û bandora wê ya hilweşîner bê vegotin. Di vê çarçoveyê de me bi heyetên ji Fransa û Emerîkayê re hevdîtin kir. Li aliyê din li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em tevlî nava karên Peymana Civakî bûn û me tevkariya xwe pêşkêş kir. Ji bo piştgiriya bi jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê me gelek panel lidar xistin. Ji bo xwe bigihînin jinên li Sûriyeyê me hevdîtin kir, diyaloga me li gorî par bêhtir bû."
Stêr Qasim diyar kir ku demeke kurt maye ku Kongreya 2'emîn a Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin û got, "Em ê di kongreyê de bi berfirehî nîqaş bikin ku di sala 2022'an de kîjan serketin bi dest xistin, yan jî di kîjan mijaran de kêm mane. Em ê hem rexnedayina xwe bidin hem jî sedemên wê yekê binirxînin ku di sala 2022'an de çima proje hemû bi cih nehatin anîn. Bêguman ji bo sala 2023'an wê plan û projeyên me yên nû hebin û di kongreyê de bêhtir şênber bibe."