Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov êrîşê gundê Reqas kir; yek jê zarokê 12 salî yê bi navê Mihemed Weysî, sê kes qetil kir û kesek birîndar bû.
Birîndar ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Reqayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê, didomîne; bi van êrîşan sivîlan û herêmê dike hedef û dixwaze îradeya gel bişkîne û bi vê yekê projeyên xwe yên dagirkeriyê, pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku îro saet 13.30’an bi balafirên bê mirov êrîşê gundê Reqas ê Çelebiyê kirine û hat destnîşankirin ku zarokê 12 salî yê bi navê Weysî Mihemed Weysî jî di nav de, 3 kes şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
QSD’ê ragihand ku hejmara kesên di meha Kanûnê de hatin qetilkirin, bû 16.
Dewleta Tirk îro bi obus û çekên giran gundên Şêx Elî û Gozelî yên Til Temiyê jî bombebaran kir.