Li Reqayê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Bi sedan Kurdên li Reqayên hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin: “Em azadiya Rêber Apo dixwazin.”
Bi sedan Kurdên li Reqayên hatin ba hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin û gotin: “Em azadiya Rêber Apo dixwazin.”
Li ser bangewaziya Meclîsa Giştî û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê, şêniyên Reqa, endamên meclîsên sivîl, leşkerî û partiyan xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandan li ber avahiya Meclîsa Giştî dest pê kir û li qada Itfaiyê rawestiya.Girseyê dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin û pankartên “Azadiya Serok Apo azadiya gelan e” û “Em azadiya Serok Apo dixwazin” hildan.
Li qadê, hevseroka Meclîsa Ciwanan a Reqayê Buşra El Elî daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bang li gelan hat kirin ku demildest asta têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Projeya Rêber Abdullah Ocalan, pirrengiyê, jiyana hevbeş di navbera ol û pêkhateyan de armanc dike. Propagandaya ku li ser jiyana Rêbertî ji aliyê desthilatên navneteweyî û rêxistina CPT’ê ve tê kirin, şikandina vîna gelan e.”
Di dawiya xwepêşandanê de, girseyê dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Na ji tecrîda li ser Rêber Ocalan re”, berz kirin û çûn tev li çalakiya konvedanê bûn ku li hemberê qada Itfaiye hatiye vedan.