Li Helebê tecrîd hat protestokirin
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi sedan kes ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev. Endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşê bûn. Di meşa li Taxa Şêxmeqsûd de pankarta "Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bû dilê gel ji bo azadiyê" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Meş heta li ber navenda Partiya Sûriyeya Pêşerojê berdewam kir. Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed ji beşdaran re axivî. Roşan Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide gelê Kurd ji Rêbertiya wî qut bike û hêviyên gel tune bike.
Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Bedran Hemo jî axivî û got: “Berxwedana Îmraliyê zincîrên ku me girê didin û sînorên li ser nexşeya me hatine danîn têk birin.“
Bedran diyar kir ku Îmralî deriyê azadî, aştî, demokrasî û xwişk û biratiya gelan e û bal kişand ser girîngiya banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.