'Heta em agahî ji Rêberê xwe negirin wê çalakiyên me dewam bikin'

Li Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

Li Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Di meşa ku bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hatî lidar xistin de, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û pankarta “Ciwan Fedayê Rêber Apo ne” hate hildan. Meş li ber navenda Meclîsa Navçeya Qinê destpêkir û heta kaziya Elî Salih dewam kir.

Piştî meşê Rêvberiya Jinên Ciwan ya Navçeya Qinê Nejla Derwîş têkîldarê tecrîda girankirî axaftinek kir. Derwîş diyar kir ku armanca tecrîda girankirî, têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel qutkirine û wiha got, “Nêzî 20 meh in em agahî ji Rêberê xwe nagirin. Helwesta CPT’yê nîşan dide ku hêj komploya 15’ê Sibatê berdewam dike. Rêber Apo ji bo tevahiya gelên bindest, hêviya azadiyê ye. Heta ku em agahî ji Rêberê xwe negirin, dê çalakiyên me li qadan berdewam bike.”