Şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî dorpêçiyê meşiyan
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Til Rifatê li dijî dorpêça li ser Şehbayê meşek lidar xistin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Til Rifatê li dijî dorpêça li ser Şehbayê meşek lidar xistin.
Xelkê Efrînê ku ji ber dagirkeriya li ser Efrînê neçar mane koçî herêma Şehbayê bike, tevî şêniyên Şehbayê li dijî dorpêça li ser herêmê meşiyan. Meşê li navçeya Til Rifatê li pêşiya meclîsa navçeyê destpê kir û heta navenda navçeyê dewam kir.
Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Bi navê çalakgeran Recaa Mihemed û bi navê Meclîsa Navçey Til Rifatê jî Mihemed Henan axivîn.
Qisekeran bal kişandin ser siyaseta dewletên hegemon ên li dijî gel û têkbirina projeya neteweya demokratîk û destnîşan kirin ku ambargo û dorpêça li ser herêmê jî parçeyek ji vê siyasetê ye.
Hate destnîşankirin ku li gel êrîş û zextan jî wê projeya xwe biparêzin û bi ser bixînin.