Herêma Şehba ku 75 gundên xwe hene, ji dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û pê ve bû yek ji qadên şer, dagirkirî û talanê. Her roj topbaran lê tê kirin, gefa dagirkirinê lê tê xwarin.
Piştî ku Efrîn sala 2018'an ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hate dagirkirin, şêniyên Efrînê koçî herêma Şehbayê kirin. Ev herêm li gel êrîşên artêş û çeteyên dewleta Tirk her wiha di bin ambargoyeke giran a hikumeta Şamê de ye. Bi zivistanê re ambargo hîn bêhtir hate şidandin, destûr ji derbaskirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê re jî nehate dayin. Ji ber ku sotemenî li ser herêmê hate birîn, karên xizmet û tenduristiyê rawestiyan. Bêguman ev rewş bandora herî giran li zarokan, extiyar û nexweşan dike.
DU MEH IN TANKERÊN SOTEMENIYÊ NIKARIN BIÇIN HERÊMÊ
Li gorî plansaziya îsal a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diviyabû 200 tankerên sotemeniyê bigihaşta Herêma Şehbayê. Di nava şert û mercên asayî de pêwîstiya vê herêmê her du hefteyan carekê bi 60 tanker sotemeniyê heye. Destûr tenê ji derbaskirina 15 tankeran dihate dayin, lê belê Tumena 4'emîn a ser bi hikumeta Şamê van du mehên dawî bi temamî nehişt ku tankerên sotemeniyê derbas bibin.
15 HEZAR XWENDEKAR JI PERWERDEYÊ BÊPAR HATINE HIŞTIN
Herêma Şehbayê tevî şêniyên Efrîn a dagirkirî û şêniyên xwe nêzî 200 hezar nifûsa xwe heye. Ji ber bidawîbûna sotemeniyê elektrîk hate birîn. Her wiha bi demsala zivistanê re jî pirsgirêka germkirinê rû da. Dibistanên li herêmê neçar man ku navberê bidin perwerdeyê. Niha ji ber ku li 27 dibistanan navber ji perwerdeyê re hatiye dayin 15 hezar xwendekar nikarin perwerdeyê werbigirin.
DESTÛR JI DERBASKIRINA TUP RE JÎ NAYÊ DAYIN
Li gel sotemeniyê her wiha hejmara tupên divê derbasî herêmê bêne kirin ji 28 hezar heban daxistin 10 hezar heb tupan. Buhayê her yekî jî 120 hezar lîreyê Sûriyeyê ye.
ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ GIRAN DIBIN
Li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê, baceke giran li ser wesayitan hate danîn ên ku dermên derbasî herêmê dikin. Li gel vê yekê derbaskirina şîrê zarokan hate qedexekirin, li navendên tenduristiyê û dermanfiroşan jî derman li ber qedandinê ye. Li Nexweşxaneya Avrînê ku rojane nêzî 600 hezar kes lê têne dermankirin, beriya niha bi 5 ambûlansan xizmet ji gel re dihate dayin. Xizmeta li nexweşxaneyê li ber rawestînê ye.
JIYANA LI KAMPAN BÊHTIR ZEHMET BÛ
Navçeyên Til Rifet, Ehres, Ehdas û Fafînê, kampên Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedanê jî ji ber ambargoyê di nava zor û zehmetiyên mezin de ne.
Hevseroka Meclîsa Kantona Efrînê Zelûx Bekir ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku çar sal in êrîş û bombardûman li ser gelê li herêma Şehbayê tê kirin û got, "Êrîş li sivîlan têne kirin, komkujî têne kirin. Zarok, jin, extiyar; êrîşî her kesî dikin. Li vê derê berxwedan jî dewam dike."
LI ALIYEKÎ DEWLETA TIRK, LI ALIYÊ DIN JÎ RÊVEBERIYA ŞAMÊ
Zelûx li gel êrîşên dewleta Tirk a dagirker işaret bi ambargoya hikumeta Şamê kir û got, "Zivistanê destpê kir, şert û mercên jiyana giran bûn û ambargo jî her roj bêhtir hate şidandin. Li aliyekî êrîş û gefên dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dikin, il aliyê din jî hikumeta Şamê ambargoyê dişidîne. Bi birçîbûn, koçberkirin û nexweşiyê dixwazin îradeya gel bişikîne ku şer û mirinê nekarî îradeya vî gelî bişikîne. Di heman demê de qaşo Rûsya li herêmê ye, lê belê ji bo herêm bikeve bin kontrola hikumeta Şamê van kiryaran erê dike. Dawiya dawî ji bo şikandina îradeya gelê Kurd li dora armancekê li hev dicivin û di vê mijarê de hev temam dikin."
AMBARGO BI HER AWAYÎ BANDORÊ LI JIYANÊ DIKE
Zelûx ragihand ku par ji ber ambargoyê gelek extiyar û mirovên nexweş jiyana xwe ji dest dan û got, "Rewşa gelê me yê li kampan li ber çavan e, di binê konan de dimînin. Şert û mercên malên ku xelkê me yê li navçeyan lê dimînin li ber çavan e, piraniya xanî xerabe ne. Li herêmeke ku jiyan lê ne hêsan e, li dijî gelekî berxwedêr ambargo tê ferzkirin ku ev yek felaketeke. Tevî ku di navbera Heleb û Şehbayê de navbereke kurt heye, hikumeta Şamê 7 bendên kontrolê daniye. Li van 7 bendên kontrolê destûr ji derbaskirina sotemenî, tup, ard û derman re nayê dayin. Lewma em bi krîzeke cidî ya mirovî re rû bi rû ne. Eger ambargo bi vî rengî dewam bike, wê jiyana zarok, extiyar û nexweşan hîn bêhtir bikeve bin xeteriyê."
DIVÊ BENDÊN KONTROLÊ BÊNE RAKIRIN
Zelûx destnîşan kir ku ji bo ambargo bê rakirin divê zext li hikumeta Şamê bê kirin û wiha dewam kir, "Ji bo 7 bendên kontrolê yên navbera Heleb û Şamê bêne rakirin divê zext bê kirin. Li van 7 bendên kontrolê baceke giran li ser pêdiviyên biçûk jî tê danîn. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û ambargoya hikumeta Şamê gelê herêmê têkoşîneke mezin dimeşîne. Çi dibe bila bibe di têkoşînê de bi biryar e. Gelê me haya xwe ji polîtîkayên li dijî gelê Kurd û projeya Rêveberiya Xweser heye. Armanca me vegera li Efrînê ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê têbikoşin."