HRE: Di nava salê de 204 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava sala 2022'an de 204 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin, ku 20 ji wan polîsên taybet, 72 leşker û 112 jî çete bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2022'an a çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di sala 2022ʹyan an de êrîşên artêşa Tirk û komên çete bi awayekî dijwar dewam kirin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, gelê me yê ku ji cih û warê xwe koçber bû, her roj bi êrîşên dijwar re rû bi rû ma. Artêşa Tirk û komên çete ku tu qanûnên şer nas nakin, li hember gelê me her cure êrîşên dijmirovî kirin. Li herêmên dagirkirî mirovên welatparêz û bi rûmet hatin revandin, êşkence li wan hate kirin û hatin kuştin. Dîsa ji bo guherandina demografiya heremê polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk di sala 2022ʹyan an de jî dewam kir. Li gel guherandina demografiyê, ne tenê mirov, erdnîgariya Efrînê jî gelek caran bû armanca êrîşan. Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê dijminê gelê heremê ye, di heman demê de dijminê xwezayê ye jî. Di encamê topbaranên ku êdî di heremê de bûne rûtîn de, xwezayê heremê zirarên mezin dît. Li kêleka wî, çeteyên diz û talanker ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, daristanên heremê tune kirin.

Li hember van pêkanînên dijmin, di nava sala 2022ʹyan de çalakiyên me yên tolhildan û bersivdayinê jî bi awayek xurttir dewam kirin. Gelek çalakiyên bi bandor ku derbên mezin li dagirkeran xistin, hatin lidarxistin. Bîlançoya şerê ku li herêmê çêbûye wiha ye:

Di sala 2022ʹyan de, êrîşên topbaranê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam kir.

Seranserê salê herêmên me 27 hezar û 498 caran bi obus, havan û tankan ve hatin topbarankirin.

DI ÊRIŞÊN DAGIRKERAN DE 7 SIVÎL ŞEHÎD KETIN, YEK JÊ ZAROK BÛ

18 caran êrîşên balafirên şer û 13 caran jî êrîşên bi dronan çêbûn.

Di encama van êrîşan de yek jê zarok, 7 welatiyên sivîl şehîd ketin, 10 jê zarok 44 welatî jî birîndar bûn.

204 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Di sala 2022ʹyan de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 70 çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 20 polîsên taybet (PÖH), 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çete hatin kuştin û 16 polîsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.

ÇEK Û CEBILXANEYÊN HATIN RÛXANDIN

Di encama çalakiyên hêzên me de 3 jê zirxî 14 seyare, tankek, 8 motorsîklet, 8 çeper, 5 kon, 2 mange, obusek, çekeke M-16, gelek cebilxane û alavên teknîkî hatin rûxandin. 2 kirpî, 1 akrep, 2 tank, 1 reo, 1 obus û seyareyek hatin derbkirin. Dîsa di encamê çalakiyan de 8 çekên AK-47, 1 BKC, 1 B-7, 1 çeka sekvanî, 1 demançe, 4 bêtêl, 4 rext, 5 telefon û miqdarek mezin ya cebilxane ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

19 ŞERVANÊN HRE'YÊ ŞEHÎD BÛN

Di sala 2022ʹyan de 19 hevrêyên me gihaştin şehadetê."