Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê. Di serdegirtinê de 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê. Di serdegirtinê de 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî girtina çeteyên DAÎŞ'ê li Reqayê û gundewarên wê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me û serdegirtina şaneyên DAÎŞ'ê yên veşartî ku çalakiyên xwe bi gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker re zêde kirin û ji bo tolhildana şehîdên me ku di oxira têkbirina planên şaneyên DAÎŞ'ê de canê xwe daye û bersivdayîna wan şaneyan operasyona me didome.
Hêzên me di saetên sibeha 30′ê Kanûnê (îro) de li Reqa û gundewarên wê bi ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞ′ê de girt. Di encamê de hêzên me 9 çete girtin û çekên li gel wan desteser kirin. Çek û alavên hatine desteserkirin, wiha ne:
Çekên kalaşnîkof: 2
Jarjorên kalaşnîkofan: 4
Demançe: 3
Tivingên nêçîrê: 3
Miqdareke pereyên li gel çeteyên DAIŞ′ê.
Ala reş a DAIŞ′ê.
Wê hêzên me serdegirtin û şopandina hemû kesên hewl didin ewlehiya gelê me têk bibin, dewam bikin. Em hevkariya ku gelê herêmê bi hêzên me re dike, ji bo agahdariya li ser tevgerên biguman da ku hemû şêweyên terorê têk bibin, pîroz dikin."