Li dijî komkujiyên dewleta Tirk-DAÎŞ'ê tevlî operasyonê bûn
Şêxên Eşîrên Ereb gotin, Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan û li gorî pêwîstiya herêmê tê lidarxistin û destnîşan kirin, ku bi QSD'ê re wê jiyaneke ewle û hevpar ava bikin.
Şêxên Eşîrên Ereb gotin, Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza wan û li gorî pêwîstiya herêmê tê lidarxistin û destnîşan kirin, ku bi QSD'ê re wê jiyaneke ewle û hevpar ava bikin.
'Operasyona Birûska Cizîrê' ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSDI û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 29'ê Kanûnê de li herêmên Hol, Til Hemîs û Bil Berakê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê dan destpêkirin, dewam dike. Serokeşîrên Ereb ên li herêma operasyonê ji ajansa me re qala girîngiya operasyonê kirin.
MÛHAMMED SÛLTAN JI QEBÎLEYA CÎBÛR: EM KÊFXWEŞ IN
Şêxê Eşîra Alî Huseyîn Mêuhammed Sûltan ê ji Qebîleya Cîbûr got, "Em li dijî rêxistiniya şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê yên li herêmê ne û li ber êrîşên dewleta Tirk radibin. Çeteyên DAÎŞ'ê xwe di nava sivîlan de vedişêrin. Em li dijî vê yekê ne. Weke gelê Til Berakê em ji vê oeprasyonê kêfxweş in. Ji ber ku herêma me aram dibe. Operasyona ku hatiye destpêkirin ji bo herêmê bi temamî gelekî baş e. Eşîra me piştgiriya vê operasyonê dike. Dema ku me tespît kir ku çeteyan xwe li nava gel veşartiye, em bi xwe radestî hêzên ewlekariyê dikin."
'LI DIJÎ VAN, EM Ê LI GEL QSD'Ê TEVBIGERIN'
Sûltan diyar kir, dewleta Tirk êrîşî QSD'ê dike ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe û wiha dewam kir, "Em li dijî dagirkeriya Tirk e. QSD li hemberî DAÎŞ'ê têdikoşe, dagirkeriya Tirk jî ji bo pêşî li vê bigire êrîşî QSD'ê dike. Herêmên di bin kontrola QSD û Rêveberiya Xweser de ne li Sûriyeyê herêmên herî ewle ne. Operasyonên li dijî DAÎŞ'ê timî dewam dikin. QSD ji zarokên me pêk tê û em ê li ber her êrîşên li ser QSD'ê rabin. QSD'ê temamiya Sûriyeyê azad kir. Ev herêm azad kir. Em bi QSD'ê re ne. Dewleta Tirk dibêje 'terorîst'. Ne welê ye, ji sedî 80 ê QSD'ê ji civaka Ereb pêk tê. Hemû jî zarokên vê herêmê ne. Em ê tevî QSD'ê hem li ber DAÎŞ'ê hem jî li ber dagirkeriya Tirk rabin."
Mûhammed Sûltan li dijî dagirkeriya Tirk banga yekîtî û hevgirtinê li her kesî kir û got, "Dewleta Tirk dixwaze temamiya herêmê dagir bike. Li dijî vê yekê em bibin yek û bi hev re tevbigerin."
'JI BO JIYANEKE HEVPAR A EWLE PÊWÎSTÎ BI OPERASYONÊ HEBÛ'
Şêxê Eşîra Xetab ê ser bi Qebîleya Cîbûr Hac Ahmed Xalef Al Hûvedîr jî destnîşan ku dewleta Tirk û DAÎŞ li dijî herêmê tevdigerin û got, "Di vê demê de ne tenê dewleta Tirk, her kes li hemberî me dixebite. Lewma li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyoneke bi vî rengî pêwîst bû. Rêveberiya Xweser li gel zext û êrîşan jî karên xwe bi serketî dimeşîne. Ev operasyona ku li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê hate destpêkirin, herêmê bêhtir ewle dike. Lewma gelê herêmê piştigriyeke xurt dide. Em pêngavê ji nêz ve dişopînin. Ji bo jiyaneke hevpar û ewle, operasyona QSD'ê wê dewam bike."
'DAXWAZA GELÊ HERÊMÊ BÛ'
Şêsxê Eşîra Xetab a ser bi Qebîleya Cîbûr Davûd Mûhammed Al Hadir diyar kir ku operasyon daxwaza gel bû û got, "Operasyona Birûska Cizîrê bi daxwaza gel destpê kir. Ji ber ku gelek kes hatin kuştin. Êrîşên bi vî rengî li Reqayê jî çêbûn. Şêxê eşîrekê qetil kirin. Em li herêmê hemû pêkhate di nava aramiyê de ne. Dagirkeriya Tirk ji ber ku bêencam ma, şaneyên veşartî yên DAÎŞ'ê xiste nava liv û tevgerê. Saziya şerê taybet a Tirk vê carê kete dewrê. Bi rêya şaneyên li herêmê kar dike. Ev operasyon aramî û ewlehiya herêmê xurtir dike. Şaneyên li herêmê aramiyê têk dibin. Em spasiya hêzên QSD'ê dikin ku herêma me ji çeteyan paqij dikin. Ji her alî ve em ê alîkariyê bi wan re bikin."