Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî civîna di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Em MSD’ê bi guman li civîna di navbera wezîrên parastinê yên hikumetên Tirkiye, Sûriye ya bi sponsoriya Rûsyayê dinêrin. Em rijandina xwîna gelê Sûriyeyê ya ji bo hilbijartinên AKP′ê û beşdarbûna hikûmeta Şamê ji bo van peymanan şermezar dikin.
Em minetdarê fedakariya şehîd, girtî û koçberên Sûriyeyê ne. Di heman demê de em girêdayî erkên xwe yên dîrokî û exlaqî yên li hember Sûriyeyê ne.
Di vê pêvajoya hesas de ku gelê Sûriyeyê tê re derbas dibin pêwîstî bi hevgirtinê heye da ku hemû nakokiyên ku dijminê gelê Sûriyeyê li gorî xwe bi kar tîne, derbas bikin. Her wiha em bang li hemû gelê Sûriye yên azadîxwaz dikin ku dema pêşeroja welat û xewna azadiya me li ber têkçûyînê be, divê hemû nakokî werin derbaskirin.
Tu berjewendî û maf li ser berjewendî û mafê gelê Sûriyeyê re tune ye. Her wiha em bang li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku li dijî vê tifaqê derbikevin û têk bibin. Divê hêzên şoreşger û muxalefet li dijî destpot û firoşkarên xwîna gelê Sûriyeyê bibin yek."