Ji bo Şehîd Xelîl Gedro li Helebê konê sersaxiyê hat danîn

Şêniyên Helebê ber bi konê sersaxiyê yê ji bo Gerîlayê HPG’ê Xelîl Gedro yê di êrîşên kîmyewî de şehîd bû, hatî danîn ve herikîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Xelîl Gedro (Azad Efrîn) ku di 26′ê Îlona 2022′an de şehîd bûbû danî. Kon li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate danîn. Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û YPG′ê beşdarî sersaxiyê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û sersaxî ji malbata şehîd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên li eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest.

Bekir wiha domand: "Em li şopa şehîdan in. Ji ber em bi saya şehîdan û felsefeya Rêber Ocalan gihaştin vê qonaxê."

Bekir wiha pê de çû: "Em ê li gorî felsefeya Rêber Ocalan li ser şopa şehîdan bin û dijmin nikare me bitirsîne û em ê her tim bi şehîdên xwe serbilind bin. Rêça şehîdan rêça azadî, demokrasî û wekheviyê ye."

Her wiha li ser navê YPJ û YPG′ê Hemze Heleb axivî û wiha got: "Heta di roja dawî ya îsal de, em lehengekî ji lehengên xwe radigihînin. Îsal zehmet bû û di heman demê de saleke berxwedanê bû û me gelek şehîd dan."

Hemze Heleb îşaret bi êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla kir û berxwedana wan li dijî çekên kîmyewî, giran û balafirên şer pîroz kir û wiha domand: "Hêzên me li çiyayên azad hîna bi hêz, li ser fikrê Rêber Ocalan û felsefeya wî, tê dikoşin. Em dizanin ku dijmin bi hemû rêbazan hewl dide me qir bike û tecrîdeke giran li dijî Rêber Ocalan ferz kiriye."

Hemze Heleb da zanîn ku bila dewleta Tirk baş bizane ew nikare gelê Kurd qir bike, ji ber fikir û felsefeya Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn derbas kir. şoreşên gelan li her devera Rojhilata Navîn û Ewropayê jî destpê kirin û bi gel bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" bang dike.

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa wiha got: "Di vê qonaxê de, qonaxa berxwedan û têkoşîna ji azadiya ku di nava hemû mirovan de bi rûyê 11 şehîdan belav bûye, em ê her tim li ser şopa wan bin û şopa berxwedanê bin."

Roşîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema şehadet tê bîran me, em hemû şehîdan bi bîr tînin. Li çiyayên azad berxwedaneke mezin heye. Ew berxwedan li hember îxanet û qirkirina komî tê meşandin. Em jin dê li ser şopa şehîdan bin. Divê gelê me li tevahî cîhanê amade bin, ji ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, azadiya cîhanê û azadiya jina têkoşer em ê jiyaneke azad û demokrat bijîn."

Di dawiyê de nasnamey şehîd ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin.