Îsraîlê bombe li balafirgeha Şamê barand

Balafirgeha navneteweyî ya Şamê di şeva Yekşemê de hate bombekirin. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 2 jê leşker in.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirgeh ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombekirin û bêkêr bûye.

Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 2 ji wan leşker in. Agahî li ser nasnameya herdu kesên din nehate dayin.

Di nava heft mehên dawî de cara duyemîn e ku balafirgeha Şamê tê bombekirin.

Hate gotin ku li balafirgehê komên bi piştgiriya Îranê û endamên Hîzbûllah a Lubnanê hene.

Çavkaniyekî leşkerî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî Sanayê re axivî û diyar kir ku êrîş b dema herêmî saet di 02:00 de hatiye kirin.

Li gorî saziyê, di êrîşa Îsraîlê de depoyên çekan jî di nav de nuqteyên Hîzbûllahê û komên alîgirê Îranê yên li balafirgehê û derdora wê bombe kiriye.

Îsraîlê ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve bi sedan carî êrîş kir.

10'ê Hezîranê heman balafirgeha li başûrê paytexta Şamê ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hatibû bombekirin û pîstên balafir xwe lê datînin ji bo 2 hefteyan bêkêr bûbûn.

Balafirgeha Helebê ku duyemîn balafirgeha herî mezin a Sûriyeyê ye meha Îlonê ji ber êrîŞên Îsraîlê ji bo çend rojan girtî mabû.