Pêşî li êrîşên giran hate girtin, planên Enqereyê eşkere bûn -1
Operasyona Birûska Cizîrê ku li hemberî DAÎŞ'ê hate destpêkirin, pêşî li gelek êrîşan girt. Di heman demê de gelek planên hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê jî eşkere kir.
Operasyona Birûska Cizîrê ku li hemberî DAÎŞ'ê hate destpêkirin, pêşî li gelek êrîşan girt. Di heman demê de gelek planên hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê jî eşkere kir.
Operasyona 'Birûska Cizîrê' ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di 29'ê Kanûnê de li herêmên Hol, Til Hemîs û Til Berakê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê hate destpêkirin di roja 6'an de ye. Operasyon weke destpêka operasyonên sala 2023'an ên li dijî DAÎŞ'ê hate ragihandin.
GELEK ŞANE HATIN TÊKBIRIN, 184 ÇETE HATIN GIRTIN
Di operasyonê de roj bi roj encamên girîng hatin bidestxistin. Hêzên Ewlekariyê ku bihîstin wê DAÎŞ sersalê êrîşê bike, bi ser şaneyên êrîşê ve çûn û bêbandor kirin. Bi vî rengî pêşî li gelek êrîşan hate girtin. Di roja duyemîn a operasyonê de ku 52 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin, çete li xwe mikur hatin ku wê sersalê êrîş bikira. Ev yek jî serketina operasyonê hînê di roja destpêkê de nîşan da. Çeteyên hatin girtin mikur hatin ku DAÎŞ ji bo xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin bike girîngiyeke mezin dide herêmên Til Hemîs û Til Birak. Di operasyonan de heta niha 184 çete û hevkarên wan hatin girtin.
KOORDÎNEYA OPERASYONÊ: ENCAMÊN GIRÎNG HATIN BIDESTXISTIN
Fermandara Herêma Cizîrê ya YPJ'ê Dilbirîn Kobanê ku di koordîneya operasyonê de cih digire, li ser armanca destpêkirina operasyonê got, "Li hemberî herêma me dem bi dem êrîş hatin kirin ku bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin. Dema ku DAÎŞ tengav dibe yan jî gelekî windahiyan dide, hingî dewleta Tirk dikeve dewrê û êrîşan dike. Bi vî rengî firsendê dide DAÎŞ'ê ku karibe ji nû ve tevbigere. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgiriyê dide DAÎŞ'ê. Ne tenê piştgiriya lojîstîk û cebilxaneyan, ji her alî ve alîkariyê dide. Ji ber ku weke parçeyekî xwe dibîne. Çeteyên DAÎŞ'ê ku êrîşên li ser herêma me ji bo xwe weke firsendê dibîne, plan dike ku li gel êrîşên dewleta Tirk xwe li herêmê belav bike. Tevî ewqas êrîşên giran jî me têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê nesekinand.
Li vê herêmê piştî ku gefên DAÎŞ'ê zêde bûn me dest bi operasyonê kir. DAÎŞ'ê êrîş bir ser Reqayê. Xwest ku bi vê êrîşê re bala me tenê li ser Reqayê be. Ji ber tecrûbeyên xwe me ev yek fêhm kir. DAÎŞ dixwaze xwe li her derê belav bike. Hem ji bo hilanîna tola şehîdên xwe yên li Reqayê hem jî ji ber pêwîstiya herêmê me dest bi Operasyona Birûska Cizîrê kir."
Dilbirîn Kobanê diyar kir ku di operasyonê de wan encamên gelekî mezin bi dest xistin, rojên bê wê agahiyên hîn berfireh parve bikin û got, "Operasyon dewam dike. Heta niha me bi dehan çete girtin. Çeteyên DAÎŞ'ê li pey wê yekê bûn ku sersalê êrîşên giran bikin. Me pêşî li van komkujî û metisiyê girt. Tevî çeteyên ku piştgiriya lojîstîk û cebilxaneyan dikirin, me ew çete jî girt ku tiliya wan di êrîşa 20'ê Çileya 2022'an a li ser girtîgeha Hesekê jî hebû. Em ê agahiyên berfireh ên têkildarî operasyonê piştre bi raya giştî re parve bikin."
Dilbirîn Kobanê got, "Cihê ku operasyon lê tê kirin herêmeke stratejîk e. Li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye. Çeteyên ji Serêkaniyê ya dagirkirî tên jî li van herêman têne bicihkirin" û diyar kir ku êrîşên li ser herêmên cuda jî hatin astengkirin. Dilbirîn Kobanê got, "DAÎŞ'ê ne tenê li ser vê herêmê, her wiha li ser gelek herêmên din amadekariya êrîşan dikir. Lewma Operasyona Birûska Cizîrê pêşî li gefa li ser tevahiya cîhanê girt. Bi berpirsyariya wezîfeya mirovî me her tim ji bo cîhanê têkoşîn meşand. Em bang li her kesî dikin ku xwedÎ li wezîfeya xweya mirovî derkevin û bibin hevparê vê têkoşînê."
BERPIRSYARÊ ÇAPEMENIYÊ YÊ QSD'Ê: EŞKERE BÛ KU ÇIMA DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ TIRBESPIYÊ KIR
Berpirsyarê Çapemeniyê yê QSD'ê Ferhad Şamî jî bi bîr xist ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bênavber dewam dike û diyar kir ku ji bo hucreyên DAÎŞ'ê yên li Til Hemîsê bikevin nava liv û tevgerê, dewleta Tİrk berê kete dewrê.
Ferhad Şamî got, "Dihate zanîn ku DAÎŞ mîna êrîşa par a li ser girtîgeha Hesekê di nava amadekariya êrîşên mezin de ye. Xwest ku li deverên mîna Reqayê vê bike. Di rojên dawî yên salê de li Reqayê êrîş birin ser nuqteya hêzên ewlekariya girtîgehê ku DAÎŞ'î lê girtî ne. Me ev êrîş têk bir. Ev yek jî bû sedem ku beriya sersalê li van herêman em dest bi operasyonê bikin. DAÎŞ'ê dixwest em tenê bala xwe bidin ser Dêrazor û Rqeayê û ew jî bi vî rengî karibe ji pişt ve bikeve nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk jî di vê çarçoveyê de kete nava liv û tevgerê. Mînak dema ku em qala Til Hemîsê dike, heman li pişt wê Tirbespiyê heye. Bala xwe bidin ser, balafirên keşfê yên Tirk dema dawî zêdeyî 10 caran êrîşî Tirbespiyê kir. Dibe ku ev êrîş hingî nehate fêhmkirin, lê belê piştre diyar bû ku bi van êrîşan re hate xwestin ku şaneyên DAÎŞ'ê yên li Til Hemîsê bixin nava liv û tevgerê."
'OPERASYON DI QONAXA DUYEMÎN DE YE'
Şamî têkildarî encam û rêveçûna operasyonê got, "Agahî hebû ku wê li Hesekê, Kampa Holê û Qamişloyê êrîş bêne kirin. Bi vê operasyonê re me pêşî li gelek xetereyan girtin. Me agahî standibûn ku wê hin şaneyên DAÎŞ'ê sersalê êrîşên giran bikin. Me bi operasyonên xwe yên ji nişka ve pêşî li van êrîşan girtin. Di roja destpêkê ya operasyonê de em bi ser hedefên taybet ve çûn. Me serçeteyên herî xetere girtin. Piştre jî derbasî qonaxa duyemîn bûn. Em bi ser wan şaneyên DAÎŞ'ê ve çûn ku îdeolojiya DAÎŞ'ê belav dikirin. Em bi ser wan hucreyên DAÎŞ'ê ve çûn ku tevlîkirina li nava DAÎŞ'ê dikirin, têkilî datanîn û piştgiriya lojîstîk û cebilxaneyan didan. Bi saya van operasyonan me kir ku herêm bi rengekî aram dest bi sala nû bike.
FERMANA JIN A LI QADÊ: ÇETE XWE DI NAVA SIVÎLAN DE VEDIŞÊRIN, EM BI HESAS TEVDIGERIN'
Ji fermandarên hêza operasyonê Hêlîn Resûl got, "Çeteyên DAÎŞ'ê xwe li malên sivîlan vedişêrin, lewma operasyon bi hesasiyeteke mezin tê meşandin. Dema ku em li nava malan lêgerînê dikin, jin û zarokan dibin odeyeke cuda. Piştî ku bi hêsanî lêgerînê dikin em derdikevin. Heta niha xelkê herêmê pirsgirêk dernexistiye. Yên ku aciz dibin jî ji ber nêzîkatiya me ya bi hesasiyet û berpirsyarane, dilrehet dibin."
Hêlîn anî ziman ku di sersalê de wan wezîfeya xwe pêk anîn û got, "Ji bo ewlehî û aramiya xelkê herêmê em ê her tim wezîfeya xwe bi cih bînin. Bila dilê gelê me rehet be."
SIBE: Operasyona Birûskê ya Cizîrê: Li dijî komkujiyên dewleta Tirk-DAÎŞ'ê tevlî operasyonê bûn