Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xalid El Nasir di 29'ê Kanûnê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şehadeta Xalid El Nasir daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Endamê me Xalid El Nasir 28’ê Kanûnê dema ku bersiv dida êrişeke çekdarî ku li dijî dewriyeya wan li ser rêya Kerama ya Reqa-Hesekê pêk hatibû, birîndar bûbû û ji ber birînên xwe gihaşt asta şehadetê.

Navê Şehîd: Xalid El Nasir
Navê Bav: Hebîb
Navê Dayikê: Temam
Dîroka Tevlêbûnê: 05.06.2017
Dîroka Şehadetê: 29.12.2022

Şehîd Xalid 5 salan di nava refên Asayîşê de bû, di vê wextê heval li ser erka parastina gelê xwe û axa xwe, erka ket ser milê xwe pêk anî. Hevalekî fedakar bû, çi jê dihat xwestin xwe jê neda paş, dudilî nekir û her tim bi ruhekî wetenî nêzîkî erka xwe dibû, lê di êrişeke çeteyan de gihişt asta şehadete.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Xalid re dixwazin û em soza şopandina rêya şehîdan xwe yên bi rûmet didin."