Ambargoya Şamê bû sedema mirina pitikê 17 rojî

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê pitikekî 17 rojî jiyana xwe ji dest da.

Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin ambargoya Tûgaya 4'an a hikumeta Şamê de ne.

Ji ber ambargoyê destûr nayê dayin ku madeyên bingehîn ên jiyanî mîna ard, sotemenî, derman û xurekê derbasî taxan bêne kirin.

Şêniyên herdu taxan di vê demsala zivistanê de bêsotemenî hatin hiştin.

Pitikê 17 rojî Hisên Ebdullah Kîbar ji ber sermayê jiyana xwe ji dst da. Hate ragihandin ku ji ber sermayê kezeba pitik xwîn bûye, lewma jiyana xwe ji dest daye.

Berî niha bi demekê zarokê 4 salî Wîsa Sîdo ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dabû.