Operasyona Birûska Cizîrê: 14 çete û gumanbar hatin girtin

Di operasyona 'Birûska Cizîrê' de li navçeyên Hol û Til Birakê 14 çeteyên DAÎŞ'ê û kesên bi guman ên girêdayî DAÎŞ'ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî rewşa dawî ya operasyona 'Birûska Cizîrê' daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên hevbeş di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de, operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê ji bo şopandina şaneyên rêxistina DAÎŞ`ê ya terorîst û rûxandina cihên wan li bajarokên Hol, Til Birak û Til Hemîsê di roja 5`emîn de dewam dike.

Di operasyonên lêgerînê yên duh li gundê Simêha yê rojavayê Til Birakê û gundê Ete yê rojavayê bajarok de, 3 kesên ku gumana piştgiriya lojîstîk ji şaneyên DAÎŞ`ê re li ser heye, hatin girtin û ketin lêpirsînê.

Li bajarokê Holê jî, hêzên operasyonê girt ser cihên veşartinê û malên ku şaneyên terorîst û hevkarên wan xwe tê de vedişartin. 11 çete û kesên biguman di dozên cuda de û di nav de hevkarên revandina malbatên DAÎŞ`iyan ji kampa Holê û piştgiriya lojîstîk ji wan re, hatin girtin.

Operasyona Birûska Cizîrê ku hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî di 29`ê Kanûna 2022`yan de daye destpêkirin, ji bo şopandin û girtina şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ`ê ye ku li nava mal û mezreyên sivîlan li gundewarên başûrê Qamişloyê, gundewarên rojhilatê Hesekê xwe veşartin û di demên dawîn de gelek êriş li dijî hêzên ewlekariyê, rûspiyên eşîran û karmendên sivîl ên li herêmê û êrişên li dijî kampa Holê pêk anîne.

Her wiha armanca operasyonê ew e ku rê li DAÎŞ`ê bigirin ku hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike û sûdê ji mercên ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bûne re wergire ku li herêmê hemwextî êrişên dagikeriyê êrişên terorîstî jî zêde bûn.”