Dewleta Tirk êrîşê Şerayê kir: 6 leşkerên Şamê birîndar bûn

Hat ragihandin ku dewleta Tirk navçeya Şera ya Efrînê daye ber bombeyan, herî kêm 6 leşkerên Şamê ji ber bombebaranê birîndar bûne.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker êrîş biriye ser gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrînê ku ji sala 2018’an ta bi niha ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirî ye.

Dewleta Tirk, nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê ji xwe re kirine armanc. Hat zanîn ku herî kêm 6 leşkerên Şamê bi bombebaranê birîndar bûne.