Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike: 32 çete hatin girtin
Di roja 3'yemîn a operasyona 'Birûska Cizîrê' de li gundewarên Til Hemîsê 32 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li navçeya Til Birakê jî operasyonê destpê kir.
Di roja 3'yemîn a operasyona 'Birûska Cizîrê' de li gundewarên Til Hemîsê 32 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li navçeya Til Birakê jî operasyonê destpê kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî encam û rêveçûna Operasyona Birûska Cizîrê di roja 3`yemîn de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
“Hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî operasyonên pêşwext ên şopandina şaneyên DAIŞ’ê û tunekirina cihên wan ên veşartinê li herêma Til Hemîsê û Holê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dike. Di vê çarçoveyê de, hêzên me li gundewarên li rojavayê Til Hemîsê 32 çete girtin, 3 çeteyan ji wan di demên dawîn de bi erkên şopandinê yên DAIŞ’ê radibûn û di lîsteya çeteyên ji bo edaletê tên xwestin de ne.
Di roja 3’yemîn a operasyonê de, piştî agahiyên têkildarî tevgerên bi guman ên şaneyên terorîst û hewldana wan a revê hatin bidestxistin, şopandina ewlehiyê berfireh bû û bajaroka Til Birakê girt nav xwe. Hêzên me 3 çeteyên terorîst ku ji cihên xwe yên veşartinê reviyane malên sivîlan ên li rojhilatê bajarok şopandin. Gundiyan çete ji gund qewitandin, piştre ew çete hatin girtin.
Di operasyonên ewlehiyê yên roja 3’yemîn de, hêzên hevbeş cilên leşkerî û cilên ku endamên şaneyên terorîst ji bo xweveşartinê bi kar dianîn, desteser kirin.
Her wiha 6 çeteyên ku di cihên hewandina endamên terorîst û peydakirina madeyên lojîstîkê ji wan re kar dikirin, hatin girtin.
Hêzên me operasyonên taybet li bajaroka Til Birak û gundewarê wê û gundewarê Til Hemîsê dewam dike.
Di lêpirsînên destpêkê yên bi endamên terorîst re, hat tespîtkirin ku wan kesan hewl daya herêmên Til Hemîs û Til Birakê ji bo parastina xetên xwe yên piştevaniya derve ji herêmên derveyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biparêzin.”