Li Şehbayê salek ji gef, êrîş, ambargo û berxwedanê

Ji bo xelkê Efrînê, ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji neçarî koçî herêma Şehbayê kiriye, saleke tijî gef, êrîş, ambargo bihurî. Efrîniyan di nava salê de li hemberî her cûre êrîş û zextê li ber xwe dan û serê xwe li ber dagirkeriyê netewandin.

Herêma Şehbayê yek ji wan herêman e ku şêniyên Efrînê yên koçberbûyî bi giranî lê bi cih bûne. Bi 13 kîlometreyan dûrî bajarê Efrînê ye. Efrîniyên koçber ji bo vegerin nav mal û milkên xwe li wê derê di nav şert û mercên herî zehmet de dijîn. Ji destpêka koçberkirina gelê Efrînê ya ji aliyê dewleta Tırk a dagirker ve, herêma Şehba bi awayekî rojane rastî top û êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê. Li hemberî wê hêzên hikumeta Şamê amabargoyeke dem demî ji destpêka koçberkirina gel li Şehbayê ku hemû pêdviyên jiyanî li ser gel dide qutkirin û nahlêle tu tişt derbasî herêmê bibe ferz dike. Lê ji Cotmeha îsal ve mirov dikare bêje ku dorpêçeke tam û hişk li ser herêmê pêk tê.    

Dirêjahiya sînora herêma Şehba nêzî 166 km ye. Dewleta Tirk û komên çete yên pê ve girêdayî  û hêzên hikumeta Şamê li dora herêma Şehba weke çemberekî belav bûne. Li başûrê herêma Şehba hêz û rêbendên hikumeta Şamê belav bûne her wiha dirêjahiya sînora herêma Şehba bi hêzên hikumeta Şamê re nêzî  53 Km ye. Rêbendeke sereke ya di navbera herêma Şehba û hêzên hikumeta Şamê ve heye ew jî Rêbenda Ehdas e. Hemû pêdiviyên jiyanê yên xelkê Koçber û xelkê herêmê yên resen di wê rêbendê re derbas dibin. Ji bajaroka Ehdas heya navenda bajarê Helebê 4 navendên kontrole yên hikumeta Şamê hene. Ji kontrola Cewiyê de bigire heya kontrola Tugaya Çarem hemû kontrol nahêlin ku çûn hatinên milet çêbibe. Her keseke nifûsa wî/wê li ser herêma Efrînê ye ji aliyê wan kontrolan ve tên astengkirin û nahêlin derbas bibin. Li aliyekî din bazarganên ku pêdiviyên jiyanî derbasî herêmê dikin, diyar kirin ku heya ku tişetekî ji bo pêwîstiyên gel derbas dikin bi dehan qatan baçan didin cihên kontrolê tûgaya çerem heya wê pêdiviyê derbas dikin.  

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, Tûgaya Çaremîn di sala 1984'an de ji aliyê birayê Serokkomarê Sûriyeyê Mahir El-Esed ve hat damezrandin. Li Sûriyeyê xwedî cihekî cihwaz e û ji aliyê hikumetê ve tê fînasekirin. Her wiha ji bo ev kom bibe koma herî bi hêz li Sûriyeyê perwerdeyên cuda didîtin û li gorî hin siyastemedaran ev tûgay ji aliyê leşkerî ve li tevahiya Sûriyeyê serwer e.  

‘ZIVISTAN Û AMBARGO BI HEV RE GIRAN BÛ’ 

Sala 2022'an li ser Efrîniyên koçber weke saleke xirab derbas bû. Destpêka meha Nîsanê hêzên hikumeta Şamê dîsa dorpêçeke giran û tam li ser herêma Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê  danîn, di encamê de Efrînî berxwedaniyeke mezin nîşan da û bi xwepêşandanên mezin ev dorpêç protesto û nalet kirin. Dorpêç nehat şikandin li belê ji bo anîna pêdiviyên jiyanê hinekî sivik bû. Ji Cotmeha 2022’an ve dîsa hêzên hikumeta Şamê dorpêçeke giran û tam li ser herêmê ferz kir. Bi tu awayî sotemenî, gaz, derman û pêdiviyên girîng ên xelkê Efrînê nema derbasî herêmê dibin. Heya niha  sotemeniya ji bo germkirinê Efrînî û xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wernegirtine û li beramberî sermaya zivistanê rû bi rû ne. Ev dorpêç hêşt ku li Suka reş di Şehba û Sêx Maqsûd de, mazota germkirinê lîtreya wê bi 10,000 L.S û Gazolîn (Benzîn) lîtreya wê bi 20,000 L.S û topên gazên bi 120,000 L.S werin firotin. 

'LI ŞEHBA PERWERDE Û REWŞA XWENDINÊ'

Ji destpêka koçberkirina xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve, xebatên perwerdê û fêrkirinê nahatine seknandin bi awayekî sistematik xebatên perwerda xwendekaran dewam dike. Her wiha xebatên  Peyamangehên şehîd Viyan Amara yên ku di sala 2019'an de li Şehbayê hatiye demezrandin berdewam dike û di sala 2022'an de nêzî 30 xwendekar ji beşên cur be cur weke (Wêjeya Kurdî, Bîrkarî, Bioylojî, Mamosteya Refê, Kîmya û Fîzîk) hatin derçûn kirin.  Lê ji despêka sala xwendinê ya 2022/2023’an ji aliyê desteya perwedê ve gelek astengî ji aliyê peydakirina pirtûkan û pêdiviyên perwerdê hatin kişandin. Li aliyê din ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Şehba ji bo ewlekariya xwedekaran pirsgirêkên mezin hatin jiyîn. Niha di vê demê de hemû dibistanên Sûriyeyê amadekariya xwe ji Ezmûnên nîvê salê re dikin; lê li Şehbayê ji ber dorpêçê û kêmbûna sotemeniyê dibe sedem ku çûn û hatin werin tevzandin û dibistan werin girtin û 15 hezar xwendekar li Şehbayê nikarin perwerdeyê werbigirin.  

‘XELKÊ EFRÎNÊ BI MAKANÎZMAYÊN CUDA LI HEMBERÎ DORPÊÇÊ BERXWEDIDIN’

Ji destpêka kirîza navxweyî ya Sûriyeyê, qîmeta lîrayê Sûriyê li hemberî Dolara Emerkî her ku diçe dirûxe. Lê ji  destpêka sala 2022'an ew rûxandin gihêştiya lutkeyê û niha qîmeta lîrayê Sûriyê li hemberî Dolara Emerkî  7000 L.S derbas kiriye. Li kêleka vê rûxandina ku hukumeta şamê dijî, xelkê Efrîn û Şehbayê bi makanîzmeyên cur be cur dixwezin hem li hemberî vê rûxandina  aborî ku welat dijî bisekinin, hem jî li hemberî dorpêça ku hikumeta Şamê bi xwe li ser herêmê daniye li ber xwe bidin. Ji ber ku erdên Şehbayê erdên ji bo çandiniyê baş in, gelê herêmê çandiniyê dike û berhemên wê li hev parve dikin. Her wiha mileta ku di kampan de dijîn, wan jî ji xwe re qadek çandinê çêkirine tê de sebzeyên cur bi cur diçînin û pêdiviyên xwe yên sûkê ji wir pêşwazî dikin. Bi vê yekê gelê Efrîn û Şehbayê hewil didin li hemberî krîza aborî yê ku di hermê de tê jiyîn, bisekinin.  

‘JI BER DORPÊÇÊ NEXWEŞXANEYA AVRÎN LI BER SEKNANDINÊ YE’

Piştî koçberkirina xelkê Efrînê ber bi Şehbayê ve Nexweşxaneya Avrîn li Şehbayê hate vekirin, lê ji ber dorpêça dem demî ya hikumeta Şamê naxweşxanê nikarî cîhaz û pêdiviyên nexweşxaneyê bînin. Ji ber wê weke nexweşxaneyeke ji bo rewşên awarte dixebite. Dorpêç bandora xwe ser tendrustiya gel jî kir ji ber derman jî  derbasî herêmê nayê kirin. Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehba Dr. Mihmemd Nûr Şebeb diyar dike ku, ji destpêka sala 2018'an de hikumeta Şamê bi bacên pir mezin rê dida ku derman ango pêdiviyên nexweşxanê derbasî herêmê bibe. Her wiha dibêje, lê di vê sê mehên dawiyê de bi tu awayî dermen nayê derbas kirin û gihêştiya astekê ku tekane nexweşxane li Şehbayê ji ber pirsgirêkên sotemenî, nebûna ceyranê û  tunebûna derman were seknandin.

Nûr Şebab tîne ziman ku ligel ewqas astengî jî xebatê wan 24 saetan ji bo xizmetê vekiriye, lê ji ber kêmbûna derman nikarin bêdviyên rûtînî yên gel û nexweşan pêk bînin; xebata wan hatiye seknandin. Di dawiyê de Mihemed Nûr Şebeb diyar kir ku, niha di vê demê hikumeta Şamê dosyayê tenduristiyê dike xizmeta siyaseta xwe. Li gorî zagona navdewletî jî ev kar binpêkirineke ji mafê re ye.   

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji ber demsala zivistanê, asta nexweşketina gel weke grîp û nexweşiyên din ên pişikan (Cegera Spî) zêde bûye, her wiha ji bo dermankirine gel jî nexweşxaneya Avrîn pirsgirêkên cidî ji ber astengiyên hikumata Şamê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dijî.

Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Azad Reşo diyar kir ku, di mehê de nêzî 17,000 kesên nexweş di nexweşxanya Avrîn de pêşwazî dikin û derman dikin lê diyar e ji ber kêmbûna sotemenî û tunebûna alavên germkirinê di odeya nexweşan de wê hemû karê nexweşxaneyên were tevizandin. Reşo got, “Her wiha ji ber topbaran rojane ya dewleta Tirk a dagirker 7 sivîl di sala 2022'an de şehîd bû û 44 kes jî birîndar bûn. Lê ji ber dorpêçê 2 kesên ku ji ber topbaranê di nav de zarokek 14 salî birîndar bûbûn me nikarîn derman bikirana; şehîd bûn.” 

‘HIKUMETA ŞAMÊ GELÊ SÛRIYÊ LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER TEHRÎK DIKE’

Hikumeta Şamê li herêma Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî Rêveberiya Xweser a bakur û Rojhilata Sûriyê provokasyon dike. Armanc ew e ku Rêveberiya Xweser ji qanûnên hikumeta Şamê re serî bitewîne û bikeve bi bandarê wê. Li kêleka wê ger mirov li rewşa hemû Sûriyê niha  meyze bike wê bibîne ku tevahî gelê ku di bin sîwana hikumeta Şamê de dijî, di rewşên herî xirab de ne. Hikuemeta Şamê îdia dike ku ji ber Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê sotemenî û gaz nadê wê, ew jî nikarin ji gelê xwe re van tiştan peyda bikin û nahêle ku tişt derbasî herêmên Şehba û Şêx meqsûd bibe. Lê em hemû dizanin ku Rûsya, Îran du dewletên grantor hevakrên hikumeta Şamê ne. Dikarin pirsgirêkên sotemenî bi yek carê ji holê rakin. Bi vê yekê hikumeta Şamê hewil dide hemû gelê Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser tejî bike. Ev helwesta hikûmetê bû sedem ku gel li dijî êrîşan jî nerazîbûnên xwe wekî tê xwestin nîşan nedan.   

‘LI DIJÎ ŞEHBA ÊRÎŞ TU CAR NESEKINÎ’

Gef û êrîşên dewleta Tirk jî di sala 2022'an de li ser herêmên Şehba, Til Rifat  û Şêrewayê nesekinîn. Bi awayekî rojane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dihat bomberdomankirin, di encama wê topbaranê şehîd û birîndar hatin dayîn, li kêleka wê gelek zirarên madî çêbûn. Di sala 2022'an de dewleta Tirk û komên çete bi (27,498) guleyan herêma Efrîn û Şehba  kirin hedef. Her wiha bi 13 caran bi balafirên bêmirov herêm bomberdomankirin. Ji 19'ê Midara 2022’an ve pêvajoyeke nû di êrîşên dewlet Tirk de hat destpêkirin. Bi balafirên şer herêmên Til Rifat û Şera kir hedef her wiha  bi fosfora spî êrîşî gundê Tatmaraş ya girêdayî navçeya Şera kir. Di encama êrîşan de 28 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 35 jî birîndar bûn. Ligel vê jî Ragihandina hikumeta Şamê li ser vê bûyerê tu nûçe derbas nekirin.  

‘GELÊ EFRÎN Û ŞEHBA BI TECRÛBEYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BERXWEDIDIN’

Ji destpêkirina gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Şehba. Xelkê Efrîn û Şehbayê bi tecrûbaya şerê gel ê şoreşgerî berxwedaniya xwe berdewam dikin. Her malek li gundên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedef girtin, ji bo parastina xwe tunelên biçûk avakirin. Her wiha Hêzên Parastina Civakî HPC'ê ket dewerê û perwerdeyên çek û parastinê da gelê herêmê. Li kêlek wê hemû gelê Efrînê ji bo ewlehiya xwe asta nobet girtinê li seranserî Şehbayê zêdekirin. Her wiha bi moralekî mezin hemû gelê Efrînê yên koçber bi îsrareke mezin ji bo vegerin Efrînê li Şehbayê li berxwedidin. 

Zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînî li Şehbayê bi têkoşîn û berxwedaniyeke mezin li hemberî êrîşa dagirkeriya Tirk û dorpêça hikumeta Şamê jiyan xwe didomînin û dibêjin em ji bi rizgarkirina Efrînê her tiştî tehmûl bikin, ji ber dawiya hebûna me li Şehbayê helbet vegera Efrînê ye.