Endama Rêveberiyê ya Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî.
DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ ŞERVANÊN RÊBER APO LI BIN DIKEVE
Sara Xelîl bal kişand li ser êrîşa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî şervanên Rêber Apo li bin dikeve û wiha got: "Dewleta Tirk ji 17’ê Nîsanê ve bê navber bi her curê çekan êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ji bikaranîna çekên kîmyewî diyar bû ku dewleta Tirk bin ketiye. Nikare li hemberî gerîlayên azadiyê bisekine, ji ber ku dizane wê li hemberî îradeya gerîla bin bikeve serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide. Çekên kîmyewî li her derê qedexe ye, lê li hemberî gerîla û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye ne qedexe ye. Li Girê Spî û Serê Kaniyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Qaşo rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî û mafên mirovan heye çima bi erka xwe ranabin.”
DEWLETA TIRK LI ÇIYAYÊN AZAD LI BIN DIKEVE, LEWMA ÊRÎŞÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIKE
Sara Xelîl anî ziman ku Dewleta Tirk li çiyayên azad bin dikeve ji ber vê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriye dike û wiha berdewam kir: “Hêviya dewleta Tirk ev e ku xwişk û biratiya gelan ya li herêmê û çanda ku her pêkhate têde jiyan dikin tune bike. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov û balafirên şer êrîşê her kesê dike, komkujî talan û wêrankirinê pêk tîne. Dewleta Tirk xwest di şerê Kobanê de Kobanê têxe destê xwe, lê bi saya berxwedaniya YPG û YPJ’ê hêviya dewleta Tirk têk çûn."
DI ŞEXSÊ KOBANÊ DE DIXWAZE TEVAHÎ HERÊMÊ TUNE BIKE
Sara ragihand ku dewleta Tirk dixwaze di şexsê Kobanê de tevahî herêmê tune bike û got: “Ji Şehba heta Dêrikê bê navber tevahî herêm kiriye hedefa xwe. Her wiha cihên xizmetguzarî, perwerde û tenduristî dike hedefa xwe. Ji bo ku gel ji nasnameya wan dûr bike dibistanan dike hedefa xwe.”
Sara anî ziman ku jinên têkoşer jî dibin hedefa êrîşan: " Jinên ku ji bo azadiya jin li hemberî feraseta baviksalarîî û desthilatdariyê têdikoşin, dibin hedefa dewleta Tirk a dagirker. “
Sara Xelîl diyar kir ku ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve dewleta Tirk dixwaze gelê li herêmê tune bike û wiha domand: "Bi Şoreşa Rojava re sazî û dezgeh hatin vekirin, jina kole ji feraseta baviksalarî û desthilatdariyê hat rizgarkirin, hergel dikare bi zimanê xwe biaxive û bi awayek azad kar dikin, lewma tehmila dewleta Tirk li hemberî van tune ye, ji ber vê bi her awayî xwest van destkeftiyan tune bike."
Xelîl got ku dewleta Tirk bi rêya komkujiyan xwest îradeya gel bişkîne, lê yek biçe wê bihezaran rabin û wiha got: “Hemû pilana dewleta Tirk û hevalbendên we bi berxwedana gel re têk çû. Dewleta Tirk ji hêza jin ditirse lewra li her derê jinê dike hedefa xwe. Rêber Apo jinê azad kir, ji bo wê dewleta Tirk her tim jinê dike hedefa xwe, ne tenê dewleta Tirk a dagirker tevahî dewletên desthilatdar ji azadiya jinan ditirsin. Bi îrade û berxwedaniya jinê wê civakeke azad were avakirin ji bo vê her kes ji fikra jin û îradeya jinan ditirse û projeya Rêber Apo ji bo xwe metirsî dibîne. Li Bakurê Kurdistanê dîsa jin ji hovîtiya dewleta Tirk xelas nebû ku sê jin Sêvê, Pakîze û Fatma bûn hedefa dewleta Tirk, li Parîsê jî jina berxwedêr Sakîne, Fîdan û Leyla kir hedefa xwe, li Rojhilatê Kurdistanê jî jina azad Jîna Emînî kir hedefa xwe û hîna jî jina azad dike hedefa xwe."
Sara di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku divê her kes li pey gerîlayên azadiyê bibe û li hemberî faşîzma Tirkiye têbikoşin û got: “Pilana dewleta Tirk bi berxwedana gel têk çû. Lê em bang li gelê xwe dikin ku hîn zêdetir li hemberî êrîşan li ber xwe bidin. Dewleta Tirk li hemberî îradeya gel û gerîlayan têk biçe.”