Li Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

Di çarçoveya operasyona 'Birûska Cizîrê' de ku 7 roj in dewam dike, li gundewarên Dêrazorê 3 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bidestxistina serketinan di Operasyona Birûska Cizîrê de dewam dike. Derb li cihên veşartinê yên DAÎŞ'ê tê xistin, plankerî û kiryarên êrîşên terorîstî têne têkbirin.

Di çarçoveya operasyonê de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) ên girêdayî hêzên me bi beşdarî û destketdayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê di rojên yekşem û duşema borî de, li dijî şaneyên DAÎŞ'ê 3 operasyonên ewlehiyê li dar xistin. Wan şaneyan amadekarî dikir ku êrîşan pêk bîne, aramiya herêmê û welatiyan xira bike û operasyona Birûska Cizîrê asteng bike.

Her sê operasyon piştî xebatên şopandinê pêk hatin. Di encamê de 3 endamên terorîst hatin girtin, gelek cureyên çek û amûrên leşkerî û cîhazên li gel wan hatin desteserkirin."