Jin a ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Sewre Meter a ji gundê Til Haman ê navçeya Tirbespiyê ku dawiya meha Kanûnê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû.
Sewre Meter a ji gundê Til Haman ê navçeya Tirbespiyê ku dawiya meha Kanûnê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbû, vê sibehê şehîd bû.
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di 24'ê Kanûna 2022'yan de çewlikeke mirîşkan a li ser rêya gundê Mizgefê ê li bakurê navçeya Tirbespiyê, bombebaran kiribû.
Di êrişa hewayî de 3 xebatkarên jin ên çewlikê û zarokekê birîndar bûbûn. Yek ji birîndaran Sewre Meter a dayika 5 zarokan bû.
Ruxmî hewldanên bijîşkan jî, ji ber giraniya rewşa wê, Sewre Meter vê sibehê şehîd bû.