ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
MSD:Dewleta Tirk her roj li Efrînê sûcan dike
MSD’ê li hemberî dagirkeriya li Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk her roj sûcên revandin, qetilkirin, desteserkirin û talanê dike. -
Şêniyên Efrînê li ber dagirkeriyê rabûn: Efrîn a me ye, em ê wê rizgar bikin
Şêniyên Efrînê ku 5 sal in li Şehbayê li kêleka Efrînê ji bo warê xwe têdikoşe, di salvegera 5'an a dagirkeriya dewleta Tirk de bi rengekî girseyî meşiyan û gotin, "Efrîn a me ye, em ê wê rizgar bikin." -
'Ji bo Efrînê bi erkên xwe rabin'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li dijî sûcên şer, guhertina demografiyê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tê kirin, bang kir. -
'Erdogan hewl dide bi piştgiriya Rûsyayê êrîş bike'
Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, "Hewldanên Erdogan ew e ku bi piştgiriya Rûsyayê Rêveberiya Xweser tasfiye bike û QSD'ê têk bibe." -
Dewleta Tirk li Efrînê kesek revand
Rêxistina Îstîxbaratê ya dewleta Tirk (MÎT) li gundê Kefer Zitê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîn a dagirkirî, ji şêniyên herêmê Ednan Ebdo revand. -
Artêşa Tirk bombardûman li gundên Şêra û Şêrawayê kir
Pênc sal in dewleta Tirk a qirker êrişê dibe ser Efrînê. Artêşa dewleta Tirk serê vê sibehê jî bombe li gundên navçeyên Şera û Şêrawayê barand. Li Efrîn a dagirkirî jî teqînek çêbû û 2 çete hatin kuştin. -
Li dijî dagirkeriyê, destana Berxwedana Serdemê hate hûnandin
Di 20'ê Çileya 2018'an de gavên destpêkê ji bo pêkanîna planên wan hêzan hatin avêtin. Wê rojê dewleta Tirk bi balafirên şer bombardûman li seranserê Efrînê kir. Li hemberî wan êrîşan jî gel û şervanên Efrînê destana Berxwedana Serdemê hûnandin. -
Êrîşên li ser Efrîn û Hesekê hatin protestokirin
Ji ber salvegera êrîşa DAÎŞ’ê ya bi ser Girtîgeha Sînaayê bi piştgiriya dewleta Tirk û salvegera pêncemîn a êrîşên bi ser Efrînê, gel li Hesekê, Tebqa û Reqayê daket qadan. -
Êrîşên dagirkeriyê li Qamişloyê hatin protestokirin
Li Qamişlo û navçeyên wê bi hezaran kes hatin ba hev û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Hesekê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, protesto kirin -
Dirûnkar Wîded: Zehmetiyên ku em dikişînin ji bo vegera li Efrîn a bi rûmet e
Wîded Mihemed ku koçbera Efrînê ye diyar dike ku ew 43 sal in karê dirûtinê dike û destnîşan kir ku ew ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê nikarin pêdiviyên dirûtinê dabîn bikin. -
Droneke dewleta Tirk li Tirbespiyê li wesayîtekê da
Droneke bi çek a dewleta Tirk a dagirker nêzî Tirbespiyê wesayîtekê da. -
'Bi saya projeya Neteweya Demokratîk çanda Kurdî bêhtir dewlemend bû'
Endamê Beşa Wêje, Çîrok û Folklor ya Çand û Hunera Baqî Xido Mihemd Ebdo Misî diyar kir ku piştî çirûska 19’ê Tîrmehê çanda Kurdî ji tarîtî derbasî ronahiyê bû û destnîşan kir, ku bi saya projeya Neteweya Demokrat çanda Kurdî dewlemendtir bû. -
Li Cindirêsê kesek hate revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li gundê Baflûrê yê Cindirêsê kesek revand. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo serhildana Rojhilat û Îranê meşiyan
Bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Kobanê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meşeke girseyî hate lidaristin. -
TEV-DEM: Berxwedan wê heta vegera li Efrîneke ewle dewam bike
TEV-DEM'ê di salvegera 5'an a destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, bal kişand ser berxwedana serdemê û destnîşan kir ku ev berxwedan wê heta vegera li Efrîneke ewle dewam bike. -
Dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin
Dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 5’an de hat protestokirin û peyama “Em ê dawî li dagirkeriyê bînin” hat dayîn. -
Rêveberiya Xweser: Heta ku Efrîn neyê rizgarkirin krîz çareser nabe
Rêveberiya Xweser got, "Heta ku Efrîn neyê rizgarkirina krîza li Sûriyeyê çareser nabe" û berxwedana Efrîniyan a li kampan silav kir. -
Tecrîd û dagirkerî li Minbic û Dêrazorê hat protestokirin
Li Minbic û Dêrazorê bi meş û mîtîngê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin û hat xwestin ku CPT derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyê bide. -
Komîteya Parastina Abdullah Ocalan name ji Gûterres re şand
Komîteya Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nameya ji Sekreterê Giştî yê NY’yê re şand, banga darizandina dewleta Tirk di dadgeha navneteweyî de û eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Tebqayê dest bi çêkirina îstasyoneke avê ya nû hat kirin
Yekîtiya Avê ya Tebqayê, ji bo peydekirina avê ji gundên li bakurê Tebqayê re û sivikkirina barê îstasyonên Siwêdiyê û Ceiberê, dest bi çêkirina xet û îstasyona avê ya vexwarinê hat kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Rûstem Efrîn hat bîranîn
Ji bo Gerîlayê HPG'ê Alî Adnan Şêr (Rûstem Efrîn) li Wargeha Berxwedanê ya Şehbayê merasîmek a bîranînê hat lidarxistin. -
Newroz Ehmed: Em êrîşên dijmin pûç bikin
Newroz Ehmed diyar kir ku amadekariyên wan ên li dijî êrîşeke nû ya dagirkeriyê dewam dikin û got, "Em kar û têkoşîna xwe ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve dewam bikin û van êrîş û planên dijmin têk bibin." -
TEV-DEM’ê civîna xwe ya salane bi dawî kir
Civîna salane ya TEV-DEM’ê bi eşkerekirina projeyên sala 2023’an, bi dawî bû. -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk, li Hesekê meş hat lidarxistin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Hesekê meşek hat lidarxistin. -
Ji bo Şehîd Xebat Dêrik merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo Şehîd Xebat Dêrik li Girkê Legê û Dêrikê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.