'Gerîla ji çekên qedexekirî bihêztir e'
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê destnîşan kirin ku gerîla ji çekên kîmyewî bihêztir e û gotin, dewleta Tirk a faşîst wê li hemberî berxwedana gerîla têk biçe.
Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê destnîşan kirin ku gerîla ji çekên kîmyewî bihêztir e û gotin, dewleta Tirk a faşîst wê li hemberî berxwedana gerîla têk biçe.
Ji 17'ê Nîsana 2022'an û vir ve dewleta Tirk a dagirker bi her cûre çekên qedexekirî û kîmyewî êrîşê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Şêniyên navçeya Qinê ya Kobanê li ser vê êrîşkariyê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku ew heta dawiyê li pişt gerîlayên azadiyê ne.
Elî Xişman anî ziman, ku dewleta Tirk li bin dikeve, ji bo wê çekê kîmyewî Yên qedexekirî bi kar tîne û got, "Dewleta Tirk çendî êrîş birin ser çiyayên azad, lê li bin ket û armanca xwe pêk nanî. Ji bo wê çekên kîmyawî bi kar anî. Ew çekên li cîhanê qedexe ne li hemberî gerîlayên azad û zarokên me têne bikaranîn. Bi bikaranîna çekên kîmyawî dixwazin gerîla tune bikin û dengê gelan qut bike. Lê bila dewleta Tirk baş zanibe ku tu carî nikare dengê gerîla qut bike. berxwedana gerîla her mezin dibe."
Elî Xişman berxwedana gerîla silav kir û got, "Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Apo ne, ya ku her gel di bin sîwana neteweke demokrat û rêveberiyeke xweser de dijîn. Em gel heta dawiyê li pişt gerîlayên xwe ne. Em li ser esasê fikrê azad ê Rêber Apo û îradeya gelan li ber xwe didin. Dewleta Tirk wê li hemberî gerîla têkb içe. Em yek bi yek gerîla silav dikin û dibêjin; hûn azadiya vî gelî ne."
Cîhan Mistefa jî da zanîn ku dewleta Tirk her êrîşî çiyayên azad dike lê bila zanibe ku têkçûn wê her tim para dewleta Tirk be û got, "Em wek dayik heta dawiyê em ê li pişt gerîlayên xwe bin. Em çekên kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn, şermezar dikin. Em dayik eger were xwestin em ê çekan jî rakin û li pişt gerîlayê xwe bin. Gerîlayên me ji çekên qedexekirî bi hêztirin. Wê dewleta Tirk têk biçe."