ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Berpirsê şaneyek DAÎŞ'ê û du endamên pê re hatine girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku YAT’ê operasyonek li rojhilatê Dêrazorê li dar xist û di encama operasyonê de berpirsê şaneyek a DAÎŞ’ê û 2 endamên pê re, hatine girtin. -
Ciwanên Qamişloyê li dijî tecrîda Îmraliyê rabûn ser pêyan
Bi sedan ciwanên navçeyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê yên kantona Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daketin qadan. -
Hêzên hikûmeta Şamê kesek revand
Yekîneyên ewlehiya siyasî ya girêdayî hêzên hikûmeta Şamê, Izet Mihemed ê Efrînî bi hinceta ku têkîliya wî saziyên Rêveberiya Xweser re heye, revand. -
Li Reqayê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Li Reqayê bi sedan kes kom bûn û 2 şehîdên QSD’ê veşartin. -
Ehmed Salîm bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Şêniyên Til Hemîs Ehmed Ebduxenî Salîm ê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî veşart. -
Saziyên Efrînê: Divê CPT li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyekê bide
Saziyên hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bang li CPTʹyê kirin û gotin “Divê CPT derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê bide.” -
Kesekî ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bûbû, şehîd bû
Hisên Hesam ê ku di êrîşa balafirê bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê de birîndar bûbû, şehîd bû. -
Li Eyn Îsayê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dagirkeran kete xwarê
Li gundê Ebû Sira yê Eyn Îsayê, balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker kete xwarê. -
Jiyaneke ku bi berxwedanê hate hûnandin: Lîlav Jînda
Lîlav Jînda di 19'ê Îlonê de li Metînayê şehîd ket. Bavê wê ahmet Ozkan got, "Da dû armanca xwe. Me zanî bû ku wê agahiya li ser şehadeta wê rojekê bê. Em pê serbilind in û em ê li ser şopa wê bin." -
Li dijî tecrîdê name ji saziyên navneteweyî re şandin
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji saziyên navneteweyî re nameyek şandin. -
Cangoriyên bobelata li Şêxmeqsûdê tên veşartin
Li Helebê bi deh hezaran kes ji bo veşartina 16 kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dane, kom bûn. -
Li Cindirêsê 2 kes hatin revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê 2 kesan revandin. -
Şehîd Şêrhat li Efrînê, Subhî Teleb Mihemed li Dirbesiyê hat veşartin
Şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) Şêrhat Efrîn, li Şehîdgeha Şehîdên Berxwedana Serdemê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Subhî Teleb Mihemed jî li Şehîdgeha Şehîd Ristem Cûdî ya li gundê Berkevir ê Dirbêsiyê hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Rojhat hat veşartin
Bi hezaran kesan li Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Rojhat Hesekê yê di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Rimêlan de şehîd bû, veşartî. -
TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Şêxmeqsûdê re xwest
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekekê sersaxî ji malbatên kesên li avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqsûdê a Helebê jiyana xwe ji dest dane re, xwest. -
Însiyatîfa Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dest bi pêngava îmzeyan kir
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Însiyatîfa Azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tecrîda girankirî, pêngava komkirina îmzeyan da destpêkirin. -
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahî hilweşiya: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahî hilweşiya, 10 kes ji bin avahiyê hatin derxistin. Ji van 10 kesan heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 jî birîndar in. -
Li Helebê avahiyeke 5 katî hilweşiya: 30 kes di bin avahiyê de mane
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê avahiyeke 5 katî hilweşiya. Herî kêm 30 kes di bin avahiyê de mane. -
Tecrîda girankirî bi meşekê hate şermezarkirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Til Temirê bi meşekê hate şermezarkirin. -
Dewleta Tirk zarokek qetil kir
Ehmed Ebdulxanî Salim (12) ku 18'ê Çileyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ya li ser rêya Qamişlo-Dêrikê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Kobanê atolyeya şanoyê
Li Kobanê ku karên çand û hunerê yên cihêreng lê tê kirin, atolyeyeke nû ya şanoyê destpê kir. -
Di êrîşa dewleta Tirk de şervanekî QSD'ê şehîd bû
QSD'ê ragihand ku li herêma Rimêlan di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şervanê wan Rojhat Hesekê şehîd bûye. -
Dagirkeran li Efrînê 6 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê 6 kes revandin. -
Li Kanadayê dadgehê xwest ku 4 çeteyên DAÎŞ’ê bînin welat
Li Kanadayê, Dadgeha Federalî biryar da ku 4 welatiyên Kanadayî yên ku endamên DAÎŞ’ê ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne, bînin welat. -
Li Helebê meşa bi hezaran: Em ê vegerin Efrînê
Li Helebê bi hezaran kes di salvegera 5’êmîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de daketin qadan.