Li Qamişloyê 36 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê 36 çete û hevkarên wan girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê operasyonên li Qamişloyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di operasyonên şopandina şaneyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan de, şaneyên DAÎŞ'ê û kesên ku bi wan re alîkar bûn û karê DAÎŞ'ê dikirin yan ji wan re hêsan dikirin, Ewlehiya Giştî cihên wan tesbît kirin û li dijî wan operasyonek li dar xist û xebata wan têk birin.

Îro (2'yê Çileyê) berbangê sibehê Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) li taxên cuda yên Qamişloyê girt ser cihên ku endamên şaneyên DAÎŞ'ê ê xwe tê de veşartibû û kesên bi wan re alîkar bûn.

Di serdegirtinan de li gel 36 çete û hevkarên wan, her wiha gelek çek û cebilxane û alavên teknîkî hatin desteserkirin.

Hêzên me ji her demê zêdetir ji bo parastina ewehiya herêmên me li ser kar in. Em bang li gelê xwe dikin ku eger tevgerên bi guman dîtin, nuqteyên ewlehiyê yên herî nêz agahdar bikin û piştgiriya hêzên ewlehiyê bikin."