Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Kantona Efrîn û Serê Kaniyê, ji bilî revandin, qetilkirin û komkujiya xwezayî vê carê goristanên Şehîdan hildiweşîne û li cihê wê dibistanên perwerdeyê ava dike. Li dijî êrîşên li ser nirxên civakê, ciwanên Malbatên Şehîdan meşek protestoyî li dar xistin. Meşa ku bi dirûşmeya “Destdirêjî li ser nirxên me sedema tolhildanê ye”, ji Qada Qos dest pê kir û heta Goristana Şehîd Dijle dewam kir.
Piştî meşê deqeyek ji bo şehîdên şoreşê rêz hate girtin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Ciwanên Malbatê Şehîdan Hecî Qole ve hatî dayîn de ev tişt hate gotin, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê goristanên şehîdan ku nirxên civakê ne, dike hedefa xwe. Ji goristan û şehîdên me jî ditirsin. Em bang li tevahî saziyên navdewletî dikin ku bi erka xwe rabin. Dewleta TIrk û çeteyên wê ji dizî, talan û wêrankirinê têr nebûn, vê carê goristanên şehîdan xirab dikin û dikin cihên perwerdê. Em ê wek malbatê şehîdan, tola şehîdên xwe hilînin û li dijî vê hovîtiyê derkevin.”