Li Minbicê meşa meşaleyî hat lidarxistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Minbicê meşa meşaleyî li dar xistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk, li Minbicê meşa meşaleyî li dar xistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê meşa meşaleyî li dar xistin. Meş ji Çerxerêya Mîzan heta bi navenda ciwanan a li naverasta bajêr ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" û "Werin cenga azadiyê" hatin hildan.
Li ber navendê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Salih Cefal axivî û wiha got: "Em bi tundî hemû komployên li dijî hevrêyên me yên HPG′ê ku tê de çekên pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekirî tên bikaranîn şermezar dikin."
Cefal bang li tevahî gelên azad kir ku li dijî vê komploya li ser Abdullah Ocalan û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin.
Salih Cefal di dawiyê de wiha got: "Em soz didin Rêber Ocalan ku têkoşîna xwe heta rizgarkirina tevahî gelên bindest û şkandina dîwarên Îmraliyê bilind bikin û wê li ser şopên şehîdên azad bin."
Meş bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rêber Ocalan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana gelên azad" bi dawî bû.