Dewleta Tirk li Efrînê 5 kesên din revand

Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê 5 kesên din revand.

Li Efrînê ku 5 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 5 kesên din hatin revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li gundê Enqelê yê navçeya Şiyê 2 kes, li navçeya Cindirêsê jî 3 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne: Îmad Kemal Sado (44), Şiyar Mistefa Sado (20) ji gundê Enqelê ne, Mihemed Îbrahîm Mihemed (39) ji gundê Hec Îskender e, Receb Silêman Şewax (42) ji gundê Hemam ê Cindirêsê ye û Eynayet Arif Bekir (56) ji heman navçeyê ye.