Xelkê Kobanê çû serdana malbata Şehîd Andok Serhed û Şehîd Dîcle Rohat

Xelkê Kobanê, serdana malbatên gerîlayên HPG’ê Andok Serhed û Dîcle Rohat kir û sersaxî dan malbatan.

Ji bo gerîlayê HPGʹê Andok Serhed (Elî Nûrî) ku 27ʹê Mijdara 2022ʹan, li herêma Metînayê şehîd bû, konê sersaxiyê li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê hat vedan.

Şêniyên Kobanê li qada Şehîd Egîd a naverasta bajar kom bûn û çûn bin konê sersaxiyê.

Endamê Komîteya Rêveber a PYDʹê Salih Nûh li bin kon axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got ku şehîd beqîqeta gelan in.

Nûh, îşaret bi êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tînin û dinya lê dinêre, tu kes ji dewleta Tirk re nabêje ji qirkirina gelên herêmê re bes e.ʹʹ

Nûh bi domdarî got: ʹʹBi saya keda şehîdan em bi aramî û azadî dijîn. Li hemberî alava faşîzma dewleta Tirk a dagirker divê em têkoşînê geş bikin û ji gerîla re nebin bar lê bibin piştgir.’’

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin, radestê malbata wî hat kirin.

Piştre şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Berx Batan ê başûrê bajarê Kobanê û ji malbata gerîlaya şehîd Dîcle Rohat (Eyşe Mihemed) re sersaxî xwest.

Merasîmek li bin kon hat lidarxistin. Nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm, bi berzkirina dirûşmeyên "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.