Cenazeyê şervanê QSD‘ê Fadil El Hemade hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fadil El Hamide li Şedadêyê ji aliyê bi sedan kesan ve hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fadil El Hamide li Şedadêyê ji aliyê bi sedan kesan ve hat veşartin.
Bi sedan kes û endamên saziyên sivîl, ji bo veşartina şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Fadil El Hemade hatin ba hev. Fadil El Hemade (Şivan), 29’ê Çileyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Tirwaziye yê Eyn Îsayê de şehîd bû.
‘EWLEKARIYA ME BI XÊRA ŞEHÎDAN E’
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadêyê Hîbe El Ebdullah bi xwestina sersaxiyê ji malbata şehîd re dest bi axavtina xwe kir û got: “Ewlekariya me bi xêra bi hezaran şehîdan e. Divê em li gor berpirsyariya şehîdan daye me, tevbigerin û li destkeftiyan bibin xwedî.“
Cesûr Amûdê ku fermandarekê QSD’ê ye, wiha got: “Hem jiyan hem jî şehadeta Şehîd Fadil bi mêrxasî bû. Ji bo parastina welatê xwe li eniya herî pêş şer kir û canê xwe kir gorî. Em soz didin ku em ê bi rêya ku wan ronî kiriye de biçin.“
Piştî axavtinê, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec belgeya şehadetê ya şehîd xwend û da malbatê.
Cenazeyê Şehîd Fadil El Hemade (Şivan) bi tilîliyan hat veşartin.