Ji bo 87 şehîdan li Kampa Serêkaniyê merasîma bîranînê

Li Kampa Serêkaniyê ji bo 87 şehîdên YPG, YPJ, QSD, YAT, HPG, Hêzên Xweparastinê û Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst ên di meha Mijdar û Kanûnê ya sala 2022’an û meha Çileya 2023’an de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Kampa Serêkaniyê ji bo 87 şehîdên YPG, YPJ, QSD, YAT, HPG, Hêzên Xweparastinê û Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst ên di meha Mijdar û Kanûnê ya sala 2022’an û meha Çileya 2023’an de şehîd bûne, merasîma bîranînê lidar xist.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurlrezaq Ehmed axivî û got: “Şehîdan ji bo ku jiyaneke bi rûmet di welatekî aram û ewle de peyda bikin, canê xwe feda kir.”

Ehmed destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan rêxistinên herî terorîst mîna DAÎŞ û Cebhet El Nusra têk çûn û wiha domand: “Em soza şopandina rêya şehîdan didin ta ku serkeftin pêk were û em vegerin herêmên xwe yên dagirkirî.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen axivî û 87 şehîdên YPG/YPJ’ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Hêzên Parastina Gel (HPG), Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Her wiha Hesen destnîşan kir ku dijmin her çiqas bi awayekî hovane êrîşê herêmê bike, nikare vîna gel û pêkhateyên herêmê bişkîne.

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek têkildarî 87 şehîdan hate temaşekirin.