Gefên dagirkeriyê yên li ser Rojava û rewşa li herêmê

Dewleta Tirk ku nekarî xwerêvebirina Kurdan a bi Şoreşa Rojava re rabigire, bi dehan plan xiste dewrê; berê çeteyan da herêmê, bi xwe êrîş kir, dagir kir, li gel êrîşan hîn jî gefên dagirkirinê dixwe.

Dewleta Tirk ji 25'ê Cotmeha 2012'an de êrîşî Sûriyeyê dike, şer û kaosa li vî welatî giran dike. Dewleta Tirk xwe lê ranegirt ku Kurd di 19'ê Tîrmeha 2012'an de Şoreşa Rojava pêk bîne û rêveberiya xwe ava bikin. Lewma piştî demeke kurt bi dehan plan xiste dewrê û êrîş bir ser van destketiyan. Destpêkê xwest van planan bi rêya El Nûsra ku dûvika El Qaîdeyê ye pêk bîne. Ji ber ku li hemberî berxwedana Kurdan nekarî bigihêje armanca xwe, vê carê jî çeteyên DAÎŞ'ê xiste dewrê. Di heman demê de bi koalîsyona çeteyan a bi navê 'SMO' xwest planên xwe pêk bîne. Ji ber ku encama jê dixwest nekarî bi dest bixe, di 24'ê Tebaxa 2016'an de artêşa xwe derbasî qadê kir.

BI EL NÛSRA DESTPÊ KIR

El Nûsra 23'ê Çileya 2012'an de dîmenek weşand û îdîa kir ku ew ji El Qaîdeyê cihê bûye. Yên ku dixwestin Rojava dagir bike, bi El Nûsra re yekemcar di 25 û 26'ê Cotmeha 2012'an de êrîş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê. Di van êrîşan de 30 Kurd hatin qetilkirin. Di 27 û 30'ê Cotmeha 2012'an de jî êrîş birin ser gundên Efrînê. Piştî bi hefteyekê yanî di 8'ê Mijdara 2012'an de çeteyên El Nûsra ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê derbasî Serêkaniyê ya li Rojavayê Kurdistanê bûn û bi derewa 'dijberê rejîma Sûriyeyê ye û ji bo tifaqê li herêmê ye' hewl da ku şêniyên Ereb ên li bajêr tevlî xwe bikin. Piştî ku derewan wan eşkere bû, di 19'ê Mijdarê de êrîşî taxên Kurdan ên li bajêr kirin. Di vê êrîşê de Serokê Meclîsê Ebîd Xelîl hate qetilkirin. El Nûsra heta Çileya 2013'an êrîşî şêniyên bajêr kir. Şervanên YPG'ê li dijî El Nûsra ketin nava liv û tevgerê. Di encama şer de bajar ji El Nûsra hate paqijkirin. Li biryargeha wan gelek belge hatin bidestxistin ku têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re radixistin pêş çavan. El Nûsra ku piştre ket elîsteya terorê, di 28'ê Tîrmeha 2016'an de navê xwe kir 'Eniya Fetîh El Şam' û 28'ê Çileya 2017'an jî navê xwe kir 'Heyet Tehrîr El Şam' (HTŞ). Bi vî rengî xwest îmajeke nû ji xwe re çêbike.

ÊRÎŞÊN ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê

Ji ber ku El Nûsra li hemberî Kurdan nekarî bi ser bikeve di sala 2014'an de vê carê çeteyên DAÎŞ'ê ajotin qadê. DAÎŞ'ê ku Mûsil û Şengal dagir kir, êrîş bir ser gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî ku Reqa û Tebqa dagir kir di şeva 14 û 15'ê Îlonê de berê xwe da Kobanê. Hêzên parastinê yên Rojava û gelê herêmê bi ruhê fedaî li dijî êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê bi çekên ferdî li ber xwe dan, li Kobanê serketin bi dest xistin û pêvajoya têkçûna DAÎŞ'ê dan destpêkirin. Piştre jî Minbic, Tebqa, Reqa û keleha herî dawî ya DAÎŞ'ê Baxoz hatin rizgarkirin, dawî li serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xakê hate anîn.

Dewleta Tirk ku ji sala 2014'an û vir ve ji bo armancên xwe dest ji çeteyên DAÎŞ'ê bernedaye, li gelek herêman êrîşên bombeyî û komkujiyan dike. Yek ji van planan jî di 27'ê Tîrmeha 2016'an de i taxa Xerbî ya Qamişloyê êrîşa bi qemyoneke bombeyî bû ku di encamê de 62 kes şehîd bûn, 176 kes jî birîndar bûn.

ARTÊŞA XWE AJOT NAVA QADÊ

Dewleta Tirk ji ber ku nekarî armanca xwe bi rêya çeteyan pêk bîne, artêşa xwe ajot qadê. Bi anvê 'Mertala Firatê' di 24'ê Tebaxa 2016'an de bajarên Ezaz, Bab û Cerablûsê dagir kir. Di sala 2017'an de li ser bajarê Idlibê ku yek ji bajarên herî mezin ên Sûriyeyê ye dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, beşek ji bajar dagir kir û ji bo temamiya bajêr dagir bike hewldanên xwe dewam kir.

Di 20'ê Çileya 2018'an de bi navê 'Şaxê Zeytûnê' li ser Efrînê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Dewleta Tirk ku bi 72 balafiran êrîş kir, zarok, extiyar hemû sivîl da ber xwe û komkujî kir. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Di encama van êrîşan de 18'ê Adara 2018'an Efrîn hate dagirkirin û zêdeyî 300 hezar Efrînî neçar man koçî bajarên li derdorê bikin.

Bi navê 'Kaniya Aştiyê' di 9'ê Cotmeha 2019'an de li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êrîşa dagirkeriyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate destpêkirin.

KOMPLOYÊN AGIRBESTÊ YÊN 17-22'Ê COTMEHÊ

Di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî dewam dikir, di 17'ê Cotmeha 2019'an de di navbera DYE û Tirkiyeyê, di 22'ê Cotmeha 2019'an de jî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê 'peymana agirbestê' hate mohrkirin û çete li herêmê hatin hiştin. Dewleta Tirk bi bahaneya 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk' agirbestê binpê dikin, tevî hêzên ku di nava komployoê de ne, êrîşên dagirkeriyê bi navê 'ewlekariya sînor' dewam kir. Di vê pêvajoyê de ku ketiye sala 4'an, dewleta Tirk bi deh hezaran carî êrîş bir ser herêmê, bû sedema komkujiyên mezin. Hêzên DYE û Rûsya jî ev yek ji nedîtî ve hatin.

GEFÊN NÛ YÊN JI BO DAGIRKERIYÊ

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku navberê nade êrîşan û gefên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 1'ê Hezîrana 2022'an de Kobanê, Minbic û Til Rifet kir hedef. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi gotina 'Di biryara xwe ya ji bo avakirina herêma ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyî ya li ser sînorê me yê başûr, em derbasî qonaxeke nû dibin. Em Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij dikin' gef xwar.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniya destpêkê de ya li ser gefên nû yên dagirkeriyê û plana êrîşê ya dewleta Tirk, nirxandineke bi vî rengî kiribû: "Erdogan di nava du salên dawî de ji aliyê siyaseta navxweyî ve xitimî ye, li hemberî vê yekê bi êrîşa li ser herêmê dixwaze sûdê werbigire. Eger karibe aliyan qanih bike û bingehê ji êrîşan re amade bike, wê êrîş bike. Demeke dirêj e em ji bo vî şerî û xweparastinê amadekariyên xwe dikin. Piştî bûyerên li Serêkaniyê û Girê Spî qewimîn em ji bo vê berxwedanê xwe amade dikin. Gel wê bi me re li ber xwe bide. Wê bibe şerekî giran. Ne bawerim ku Tirkiye karibe qezenç bike. Em alîgirê wê yekê ne ku pirsgirêkan hemûyan bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê eger êrîş bibe, em ê li ber xwe bidin."

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî gefên nû yên dagirkeriyê yên li ser herêmê di 11'ê Hezîrana 2022'an de bi rengekî awarte li hev civiyan. Di civînê de ku rewşa li herêmê hate nirxandin, hate ragihandin ku li gorî tecrûbeyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatine bidestxistin tedbîr û amadekariyên pêwîst hatine wergirtin.

HERÊMÊN KU HEDEF TÊNE NÎŞANDAN

Em bala xwe bidin ser rewşa heyî ya herêmên Kobanê, Minbic û Til Rifetê ku weke hedef têne nîşandan:

Kobanê: Bi 30 km'yî li rojavayê Çemê Firatê ye, bi 150 km'yî dûrî Helebê ye û nifûsa xwe 300 hezar kes e. 5 navçeyên xwe yên bi navê Sirîn, Qinê, Şêran û Çelebî û 366 gundên xwe hene. Ji sedî 90 ê şêniyên bajêr Kurd e, her wiha Ermen û Ereb jî lê hene. Kobanê cihê destpêka têkçûna DAÎŞ'ê ye. Bajar ji aliyê Meclîsa Leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê parastin. Ji bo rêxistiniya Herêma Firatê ya Rêveberiya Xweser qadeke girîng e. Li ser xeta sînor hêzên ser bi rêveberiya Şamê jî hene.

Minbic: Bajar li ser rêya M4 e ku bajarên bakur, rojhilat û rojavayê Sûriyeyê digihîne hev. Bi 25 kîlometreyan dûrî Çemê Firatê ye, bi 75 kîlometreyî dûrî Helebê ye. Ereb, Çerkes, Tirkmen û Kurd bi hev re lê dimînin. Dİ 15'ê Tebaxa 2016'an de ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin. Bajarê ku weke deriyê Şehba û Firatê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo herêmê gelekî girîng e. Ji aliyê Meclîsa Leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê parastin. Her wiha baregeha leşkerî ya Rûsya û rêveberiya Şamê lê ye.

Til Rifet: Herêma ku dewleta Tirk bi temamî jê re Til Rifet dibêje, cîranê Helebê ye û mîna qadeke parastina Helebê ye. Nêzî 80 gundên xwe hene. Ji bo Helebê cihekî stratejîk e. Herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû dagirkirin di 16'ê Sibata 2016'an de ji aliyê Cebhet El Ekrad a ser bi QSD'ê ve hate rizgarkirin. Li vê herêmê niha Efrînî hene ku bajarê wan hatiye dagirkirin. Li herêmê baregehên leşkerî yên Rûsya, Îran û rêveberiya Şamê hene.

DIBE KU HEDEFÊN NÛ JI XWE RE BIKIN ARMANC?

Ji bilî hersê herêmên dikin hedef, gelo li bajarên cuda êrîş dikare bê kirin? Gundên Eyn îsa û Girê Spî, xeta Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê dibe ku bibin hedefa êrîşan. Her wiha ji navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê heta bi bajarê Dêrikê, dibe ku êrîş li ser herêmê bê kirin.