Gefên dagirkeriya li ser Rojava û rewşa herêmê -III

Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, li van herêmên hatine dagirkirin rewş çawa ye?

Dema mirov ji dûr ve li binpêkirinên mafan ên li herêmên Îdlib, Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye dinihêre, dibîne ku heke dagirkeriyeke din were kirin wê bandoreke çawa li herêmê bike.

Di vê beşa dosyaya me de em ê behsa tiştên ku li herêmên dagirkirî qewimîne, ji guhertina demografîk bigire heta êşkenceyê, ji binpêkirinên li dijî zarok û jinan bigire heta qirkirinê bikin ku bê çawa dagirkerî li vê herêmê dibe sedema siberojeke tarî.

LI VAN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇI DIQEWIME?

Kantona Efrînê: Li Efrîna ku ev 5 sal in di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çeteyan de ye, ji komkujî, destavêtin, êşkenceyê bigire heta bazirganiya organan gelek sûc hatine kirin. Di nava 5 salan de 663 kes bi êşkenceyê hatin kuştin, 8 hezar û 644 kes hatin revandin, navê bi Kurdî yên gundan û bi dehan cihên dîrokî hatin guhertin, xwezaya herêmê hat wêrankirin. Di 5 salan de 12 hektar bax û daristan ji aliyê çeteyên dagirker ve hatin şewitandin. 367 hezar dar hatin birîn. Herî kêm 13 hezar û 500 dar hatin şewitandin. Çeteyên ji neteweyên cuda û malbatên wan ên ku ji gelek herêman heta Tirkmenistanê hatine, li wargehên gelên Efrînê hatin bicihkirin. Di van êrîşan de herî kêm 300 hezar kesên ji Efrînê jî neçar man koç bikin. Bajarê Efrînê wextekê herêma herî ewle ya Sûriyeyê bû û kesên li Îdlibê ji zilmê direviyan jî dihatin Efrînê. Lê îro dewleta Tirk ji bo belavkirina terorê Efrîn weke herêmeke pîlot hilbijartiye. Li gund û navenda bajarê Cindirêsê, Şiyê, Raco, Mabata, Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê zêdetirî 50 baregehên artêşa Tirk a dagirker hene. Ev baregeh herêmên ku nehatine dagirkirin û koçber lê dijîn, her roj bombe dikin.

Serêkaniyê û Girê Spî: Li Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jî rewş ne cuda ye. Di êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an de zêdeyî 400 hezar welatî neçar man koç bikin. Her ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bûn, ev hejmar hîn zêdetir bû. Di daxuyaniya Komîteya Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Serêkaniyê ya di 8’ê Cotmeha 2022’an de hat gotin, ‘185 kes hatin revandin, êşkence li 25 kes hate kirin. Herî kêm 5 kes di êşkenceyê de hatin kuştin. 92 girtî sewqî Tirkiyeyê hate kirin. Ji van 92 girtiyan li 48 girtiyan ji 13 salan heta muebetê cezayê girtîgehê hatiye birîn. 11 kes hatin darvekirin û 56 kes jî hatin kuştin.”

Li Serêkaniyê ku zêdeyî 72 teqîn pêk hatin, jin û zarok jî di nav de 145 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 300 kes jî birîndar bûn.

Herêmên din: Li herêmên weke Idlib, Ezaz, Bab û Cerablûsê yên dagirkirî jî binpêkirinên mafan ên tund hene. Li van herêmên ku dewleta Tirk wê weke herêmên perwerdekirin û bicihkirina komên weke DAIŞ û El Qaîde bi kar tîne, çeteyên ku her tim tên bicihkirin, dişînin gelek herêmên Rojhilata Navîn. Di sala 2020’an de gelek belge di medyayê de hatibûn weşandin ku komên çeteyan şandine Qerebax û Lîbyayê.

ZEXT Û ÊŞKENCEYA LI SER JIN Û ZAROKAN

Li herêmên dagirkirî gelek sûcên wekî êşkence, destavêtin û leşkerkirina bi zorê ya zarok û jinan tên kirin. Raporên gelek rêxistinên navneteweyî yên li ser tawanên metirsîdar ên li herêmê hatine kirin, hatine weşandin. Rêxistina Hiqûqê ya Maît a Misirê jî di Adara 2021’an de raporek weşandibû û diyar kiribû ku bi darê zorê 1316 zarok bûne leşker.

Kantona Efrînê: Li Efrînê di nava 5 salan de 96 jin bi êşkenceyê hatin kuştin. Dîsa bi sedan jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û rastî tecawiz û êşkenceyê hatin. Zarok jî bi îdeolojiya “Îslama radîkal” bi darê zorê tên perwerdekirin û zarokan dikin leşker.

Serêkaniyê û Girê Spî: Di daxuyaniya Komîteya Koçberan a Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 8’ê Cotmeha 2022’an de hat ragihandin ku ji dema dagirkeriyê heta niha 68 jin, 42 zarok bi giştî 511 kes hatine girtin û 11 jin jî hatine qetilkirin. Her wiha di 11’ê Çileya 2021’an de me nûçeyek weşandibû ku artêşa Tirk a dagirker li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî li dibistanan perwerdehiya ‘îmhakirina mayînan’ dane zarokên temenê wan biniya 18 salî ne.

Herêmên din: Belge di çapemeniyê de hatibû weşandin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku dagir kiriye, zarokan bi darê zorê dike leşker. Tora Çalakvanên Efrînê belge weşandibû ku çeteya bi navê Cephet El Şamî zarokên biniya 18 salî dike leşker.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Kantona Efrînê: Di nava pêvajoya dagirkeriyê ya 5 salan de, polîtîkayên guhertina demografîk a li bajarê Efrînê, di nava sûcên herî zêde hatin kirin de ye. Li cihê jiyanî yên ku Efîrînî lê hatin koçberkirin, çete û malbatên wan lê hatin bicihkirin. Navê bajar, gund û taxan hatin guhertin. Zimanê perwerde û fermî, kirin Tirkî. Li her derê alên Tirkan hatin daliqandin û ji bo saziyên dewleta Tirk veguherandin qada rantê.

Guhertinên demografîk ên hatin jiyîn, wiha ne: Qada Azadî ya li navenda bajarî ya Efrînê kirin Qada Ataturk, Qada Newroz Selaheddîn, Qada Niştimanî, Qada 18’ê Adar û Qada Kawayê Hesinkar kirin Çiqê Zeytûnê. Navê gundê Qestel Mîqdad kirin obaya Selçûk, yê gundê Kotana obaya Zafer, yê gundê Kurzêle kirin obaya Cafer. Navê Nexweşxaneya Avrîn a bi Erebî û Tirkî hatî nivîsandin, bi Tirkî nivîsandin. Her wiha tabelayên dikan û cadeyan jî, tenê bi Tirkî hatin nivîsîn. Ji bo kesên li herêmê dijîn nasnameyên Tirkî çêkirin û pere jî weke lîreyê Tirkî guhertin. Dibistan girêdayî Wezareta Perwerdê ya Tirk kirin û neçariya li xwe kirina cil û beran anîn.

Mekanên dîrokî yên li Kantona Efrînê jî hatin tahrîbkirin û bermayên dîrokî hatin dizîn û birin Tirkiyeyê. Li gorî Midûriyeta Dîrokê Efrînê 59 cihên dîrokî hatin hilweşandin û bermayên dîrokî yên di hundirê wê de, hatin dizîn. Bi piştevanî û fînasmaniya koma Îhvan-i Muslim li Efrînê zêdeyî 20 malên mêtingeriyê hatin avakirin û zêdeyî 500 hezar malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Serêkaniyê û Girê Spî: Di daxuyaniya ji aliyê Komîteya Koçberan a Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Ji şêniyên Serêkaniyê zêdeyî sedî 85 ne vegerîn malên xwe û 2 hezar û 500 malbatên koçber, li wan cihan hatin bicihkirin. 55 malbatên DAÎŞ’ê yên Iraqî, li malên ku li Serêkaniyê hatin desteserkirin, hatin bicihkirin. Piştî dagirkeriyê li du herêmên dagirkirî, zêdeyî 5 hezar û 500 mal û zêdeyî hezar û 200 dikan hatin desteserkirin. 55 gund ji niştecihên wan ên rast hatin valakirin. Zêdeyî 100 hezar hektar arazî desteser kirin.”

Navenda mekanên dîrokî yên li Serêkaniyê hatin tahrîbkirin jî, bû Til Xelef ku dîroka wê digihije B.M. 6000 salan. Hat zanîn ku li dêr û mekanên baweriyê yên li Serêkaniyê jî, kolandin tên kirin.

Li girê Dehlîz ê li navçeya Sîlûk a Girê Spî, gudnê Tel Sehlan ê Xirbet El Riz û mekanên dîrokî “Medînet El Faw” û “El Sebî Ebyed” ên li gundê Hamam El Turkmen, bi kepçeyan hatin kolan û gelek bermayên dîrokî dizîn.

BANDORA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN NÛ, WÊ ÇAWA BE?

24’ê Tebaxa 2016’an bi navê ‘Tevgera Mertala Firatê’ bajarên Cerablûs, Bab û Ezazê, 20’ê Çileya 2018’an bi navê ‘Tevgera Çiqlê Zeytûnê’ Efrîn, 9’ê Cotmeha 2019’n bi navê ‘Tevgera Pinara Aştiyê’ Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Dewleta dagirker pêvajoya xwe ya dagirkeriyê ya 7 salan hîn zêdetir kir û herêm veguherand kaosê. Dewleta Tirk bi xeyalên Osmaniya Nû, aramî û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xira kir û ji bo berjewendiyên xwe dixwaze welatek ê terorê ava bike.

Ji 1’ê Hezîranê û vir ve dewleta Tirk bi îlhakek nû gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Eger dewleta dagirker herêmek din cuda dagir bike, ev tê wateya binpêkirineke giran a mafan. Hetanî niha ji ber sûcên dewleta Tirk, ti hesab jê nehatiye xwestin. Berovajî vê ji nedîtî vê tên û ev yek jî dibe sedemê hin sûcên din. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di zanebûna vê yekê de ne û ji bo tiştên li herêmên dagirkirî diqewimin, li van herêman jî pêk nekin bi parastina cewherî mekanîzmaya parastinê pêş dixin.