Bajarê ku neket: Kobanê – V

Çeteyên DAÎŞ'ê digot ku wê nimêja Cejna Qurbanê li mizgefta li navenda bajêr bikin. Nekarîn vê bikin û nimêj ji aliyê gel û şervanên azadiyê ve hate kirin. Mele, Şêx Ehmed Hemo qala wê demê kir.

Li Kobanê dorpêçî giran bûbû. Kobanê ku tank, top, hawan û çekên giran ên mîna wan li ser dihate bikaranîn, bi biryardarî li ber xwe dida. Çeteyan dixwestin ku 4'ê Cotmeha 2014'an yanî di Cejna Qurbanê de bikevin navenda bajarê Kobanê û li mizgefta navendî nimêjê bikin. Li gel ewqas êrîşan jî nekarîn vê bikin. Li mizgefta ku çeteyan dixwestin nimêjê lê bikin, gel û şervanên ku 20 roj bûn li ber xwe dida, nimêja cejnê kirin.

Ji şahidên berxwedana Kobanê Şêx Ehmed Hemo ku nimêja cejnê da kirin û bi navê Şêx Mişmiş tê naskirin, bûyerên wê rojê qewimîn û axaftina bi telefonê ya ku bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan re li ser Kobanê kir, ji ajansa me re vegot.

HER KES TEVLÎ BERXWEDANÊ BÛN

Şêx Mişmiş anî ziman ku berxwedana mezin û yekîtiya neteweyî planên DAÎŞ'ê têk birin û got, "Çeteyan di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşî Kobanê kirin. Ev êrîşên ku bi çekên giran hatin kirin bi plan û berfireh bûn. Çekên giran ên ku li Mûsil û Reqayê bi dest xistin, li vê derê bi kar anîn. Li gorî planên wan di demeke kurt de wê Kobanê bi dest xistibûna. Şerekî mezin qewimî, berxwedaneke mezin hate kirin. Li Kobanê bi pêşengiya gelê Kurd mirovahiyê li ber xwe da. Ji Fransayê heta bi Emerîkayê şoreşgerên enternasyonal tevlî vê berxwedanê bûn. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Kobanê derket. Derfetên me û yên DAÎŞ'ê wekhev nebû. Cebilxaneya me tune bû. Tenê çekên me yên ferdî hebûn. Berxwedaneke dîrokî bû. Berxwedana li dibistana Serzûrî, berxwedana Şehîd Êrîş a li taxên rojava, mînaka vê bûn. Helînce mînaka vê bû. Çalakiya Arîn Mîrkan mînakeke dîrokî bû."

BÛYERÊN KU ROJA CEJNÊ QEWIMÎN

Şêx Mişmiş ragihand ku çeteyan xwestin Cejna Qurbanê bikevin navenda bajêr, lê belê tevî şerê giran jî nekarîn û got, "4'ê Cotmeha 2014'an roja Cejna Qurbanê bû. Wan jî dorpêça li ser Kobanê şidandibûn. Êdî tank û hawan digihîştin navenda bajêr. Xwestin navenda bajêr bi dest bixin, lê belê nekarîn vê yekê bikin. Li gorî wan wê di Cejna Qurbanê de Kobanê bi dest bixista û nimêj lê bikira. Êrîşên li ser Kobanê destpê kirin. Sivîl û şervanên li Kobanê bi hev re li mizgefta li Kobanê nimêj kirin. Meleyê ku nimêjê bide kirin tune bû. Ji neçarî min meletî kir. Me hem nimêj kir, hem jî fetwa da. Naveroka fetwayê jî ew bû ku Hz. Îbrahîm di xewna xwe de dît ku Îsmaîl mihî serjê kiriye. Îro jî qurbanên gelên Kurdistanê zarokên Kurd in. Ji bo parastina Kurdistanê û yekîtiyê xwe feda dikin. Vê cejnê li herêmê, cîhanê û medyayê deng veda. Nehişt ku ew bigihêjin armanca xwe."

'BERIYA KU NAVÊ XWE BINIVÎSÎNIN TEVLÎ BÛN'

Şêx Mişmiş bi dewamî got, "Ya ku Kobanê parast yekîtiya gelê Kurd, mirovahiyê û enternasyonalîzm bû. Ev tiştên asayî nîne. Fedaiyên Kurd, Ereb, fedaiyên ji çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û tevlî nava berxwedanê bûn. Ji bo piştgiriya bi Kobanê re seferberî hate ragihandin. Ji Bakurê Kurdistanê piştgiriyeke xurt hate kirin. Her kesî berê xwe da Kobanê. Xelkê Bakurê Kurdistanê bi rengekî bêsînor piştgirî da Kobanê. Me bi çavên xwe dît. Sempatîzanên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û bi dehan fedaiyên ji bo seferberiyê hatin, li bajarê berxwedanê şehîd bûn. Bêyî ku firsendê bibînin ku navê xwe binivîsînin tevlî berxwedanê bûn. Hîn jî li Şehîdgeha Şehîd Dîcle bi dehan gorên bênav hene. Gelek gerîlayên HPG'ê tevlî berxwedana Kobanê bûn. Vê yekê yekîtiya Kurdistanê afirand. Berxwedana ku di vî şerî de hate kirin bêhempa bû. Gel û ciwanên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, şehîd bûn û birîndar bûn. Bi demê re hate dîtin ku ev şer ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Şerê li vê herêmê ji bo tevahiya cîhanê hate kirin."

AXAFTINA BI TELEFONÊ YA BI MÛRAT KARAYILAN RE

Şêx Mişmiş li ser bûyerên li Kobanê di 6'ê Cotmeha 2014'an de bi telefonê bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan re axivî û got, "Gerîlayên HPG'ê çawa ku bi hawara Şengalê ve çûn, ji bo Kobanê jî ketin nava liv û tevgerê û tevlî berxwedana li herêmê bûn. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê rewş ji nêz ve dişopand. Destpêkê ez bi hevalên Rûken û Sîdar re axivîm ku li Kerkûkê diman. Wan pirsîn bê rewş çi ye. Min jî got, 'Rewş ne baş e, divê PKK dest li rewşê werde'. Ji min re got, 'li ser xetê bimîne, wê li te bigerin'. Bi hevalê Mûrat Karayilan re em li ser rewşa li Kobanê axivîn. Min ji wan re got ku divê destwerdanê bikin. Gelekî eleqedar bû, li hemû detayan dipirsî. Nizanim bê wekî din bi kê re axivî. Piştre hîn bûm. Ji bo min şensekî mezin bû."