Xelkê Qamişloyê serdana malbata Şehîd Qertemînî kir

Xelkê Qamişloyê sersaxî ji malbata Şehîd Leyla Qertemînî ya endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin re xwest.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo konê sersaxiyê ya şehîd Leyla Qertemînî li pêşiya mala malbata wê ya li taxa Kornîş a Qamişlo veda. Bi sedan şêniyên bajêr, saziyên sivîl, endamên meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star a Qamişlo tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Ciwan Qamişlo, Mihemed Emîn di şexsê şehîd Leyla de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn.

Mihemed malbata şehîd silav kir û got: “Malbata şehîd Leyla xwedî mîraseke mezin a welatparêzî û fedakariyê ye. Şehîd Leyla bi tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev mîras parast.”

Her wiha endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemed Zêdan axivî û wiha anî ziman: “Dagirker û dijminan komployên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, ji bo ku vîn, şoreş û rêveberiya wan têk bibin.”

Ji bo têkbirina komployan, Zêdan pêwîstiya mezinkirina têkoşîna hevbeş a şêniyan û hêzên leşkerî destnîşan kir.

Li aliyekî din endama PYD’ê şaxê Qamişlo Samiye Xelîl got: “Şehîd Leyla ji bo malbat û welatê xwe têkoşiya. Neynika Şoreşa Rojava û vîna jinan bû. Divê hemû jin şopdarên rêya şehîd û berxwedan û têkoşîna wê bin.”

Birayê şehîd Leyla Îbrahîm Qertemînî jî axivî û soza şopandina rêya xwişka xwe heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Têkildarî rola şehîd Leyla di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de, hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî wiha axivî: “Şehîd Leyla bi dirûşmeya Jin, jiyan, azadî têkoşiye û ji bo parastina jinan ji tundiyê xebitî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Leyla Qertemînî sala 2016’an tevlî nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bû, dayîka şervanê HPG’ê Rênas Tîlo ye û di 28’ê Çileyê de şehîd bû.