Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn

Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn û peyama ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin’ hate dayîn.

Merasîma bîranîna şehîdan bi amadebûna bi sedan şêniyan li navenda PYD’ê a navçeya Amûdê hat lidarxistin.

Di merasîmê de weneyên şehîdên meha Çileyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî û diyar kir wê têkoşîna xwe li ser şopa şehîdan bidomînin.

Di dawî de nasnameyên 11 şehîdan ji aliyê Medya Sedon ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.