Bajarê ku neket: Kobanê –IV

Li Kobanê biryardariya li ser berxwedanê û banga seferberiyê ya Îmraliyê sînor çawa ji holê rakir û çar parçeyên Kurdistanê çawa gihand hev? Axaftina Erdogan a li bajarê ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke rêgehek bi kar dianî, hêrsa li qadan çawa zêde kir?

Li Kobanê ku bomberdûman û pevçûnên dijwar lê diqewimîn ewrên tozê bilind dibûn, li aliyê din ê sînor dengê tilîliya jinan dihat bihîstin. Bi hezaran kesên ku li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li hev civiyan, ji bo destekê bidin berxwedana bêhempa ya li Kobanê, sînor derbas kirin. Her ku li Kobanê têkoşîn mezin bû, ciwan û jinên ji çar aliyên Kurdistanê sînor hilweşandin û berê xwe dan bajarê berxwedanê. Erdogan ji bo moral bide çeteyên DAÎŞ'ê yên têk çûyî, kete dewrê. Tişta ku bi teknîkê nekarîn bikin, xwestin bi şerê taybet ê psîkolojîk bikin. Lê dîsa jî ew bi ser neketin.

ABDULLAH OCALAN BANGA SEFERBERIYÊ KIR

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 10’ê Tîrmeha 2022’yan de li Îmraliyê bi heyeta HDP’ê re hevdîtin kir, banga seferberiyê li dijî DAÎŞ’ê kir û got, “Yên ku rê li ber van çeteyên hov hêsan dikin, cih didin wan û hewl didin wan bi kar bînin, bila bizanibin ku ev helwest paşeroja gelan bi taybetî jî aştiya herêmê dixe xeterê."

Abdullah Ocalan ku di 22’ê Îlona 2022’yan de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, bang li gelên Kurdistanê kir ku, ji bo rewşa Kobanê bikevin nava liv û tevgerê û wiha gotibû, “Der barê êrîşên DAÎŞ'ê de pêwîst e tevahî gelê me bi taybet li hember şerê dijwar ê ku berdewam dike jiyana xwe bi teşe bike. Niha li Kurdistanê şerekî dijwar diqewime. Ne tenê gelê Rojava, divê gelê Kurd li Bakur û hemû parçeyan jî li gorî wê şekil bide jiyana xwe. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku li dijî vî şerê dijwar li ber xwe bidin.”

Abdullah Ocalan di 6'ê Cotmeha 2014'an de piştî hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re got, "Divê heta dawiyê berxwedan bê kirin."

SÎNOR HATIN RAKIRIN, BERÊ HER KES LI KOBANÊ BÛ

Bi mezinbûna berxwedana Kobanê re, Kurd bi taybetî ciwan û jinên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li ser banga seferberiyê ya Abdullah Ocalan sînor hilweşandin û berê xwe dan Kobanê. Dewleta Tirk destûr da çeteyên DAÎŞ’ê li ser xeta sînor derbas bibin da ku êrîş bikin. Lê ji bo girseya gel û kesên ku dixwastin piştgirî bidin berxwedana Kobanê astengî çêkir, li ser vê yekê girseya gel astengiyên ku artêşa Tirk danîbûn derbaskirin û berê xwe dan Kobanê.

Li Kobanê berxwedana dîrokî ya şervanên YPG-YPJ'ê, gel û gerîlayên HPG'ê dewam kir. Li cîhanê jî nerazîbûn dest pê kirin. Li 93 welatan bi milyonan kes ji bo berxwedana Kobanê û Bakurê Kurdistanê daketin qadan. Li Emerîkaya Latîn, Asya û Ewropayê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û bang li dewletan hat kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û piştgiriyê bidin şervanên berxwedêr ên taxa dawî ya Kobanê.

ERDOGAN JI NAVENDA DAÎŞ’Ê BANG KIR

Serokê DAÎŞ'ê Ebûbekir Bexdadî li Reqayê bi ragihandina 'xîlafet' re qaşo propagandaya avakirina dewletê dikirin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê ya ku li Kobanê bi pêş ve neçûn mîna li Sûriye û Iraqê, ji bo veşêre kete dewrê. Erdogan di axaftina xwe ya 7'ê Cotmeha 2014'an de li Dîlokê ya ku çeteyên DAÎŞ'ê weke rêya derbasbûnê ya ji bo Sûriyeyê bi kar tînin de got, "Eyn El Ereb a bi navê Kobanê niha dikeve xwarê."

'BÛYERÊN 6-8 'Ê COTMEHÊ'

Piştî van gotinên Erdogan, li Kurdistan û cîhanê bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Kobanê destpê kirin. Ji 7 salî heta 70 salî, gelê Kurdistanê derbasî serhildanê bûn û herikîn qadan. Di vê pêvajoya ku bi navê 'Bûyerên 6-8'ê Cotmehê' derbasî dîrokê bû, xwepêşandan di demeke kin de li 35 parêzgeh û 96 navçeyên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûn. Li 3 bajar û 29 navçeyan qedexeya derketina derve hat ragihandin û çeteyên Hizbulkontra û hêzên artêşa Tirk êrîşî xwepêşanderan kirin.

Di rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 14’ê Cotmehê ya der barê bûyeran de wiha hat gotin: “Di çalakiyên Kobanê yên 7-12’ê Cotmeha 2014’an de 46 kes hatin qetilkirin, 682 kes birîndar bûn û 323 kes hatin girtin. Piraniya mirinan ji ber gulebarana polîs û leşkeran pêk hatin.” Çalakî li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rawestiyan.

SIBE: Di nimêja cejnê de li Mizgefta Kobanê çi qewimî?