Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand

Dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe li Efrînê kesekî din revand. Tewfîq Hesen ê ji gundê Qeregolê hate revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, çeteyên Firqeya ′El Hemze′ ya Turkmen ku ser bi dewleta Tirk ve ye, Tewfîq Hesen (45) ê ji gundê Qeregolê ku li taxa Zêdiyê ya Efrînê dima, di 22`yê Çileyê de revand û radestî MÎT'ê kir.

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, 5 sal in revandina mirovan, êşkence, kuştin, talankirin, guhertina demografiyê bûne kiryarên rojane.