Cenazeyê Şehîd Leyla Qertemînî li Qamişloyê hat veşartin.

Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Leyla Qertemînî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn–Jin, Leyla Qertemînî ya ku duh (28ʹê Çileyê) dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, li goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ayda Xelîl Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û di kesayeta şehîd Leyla de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ayda Xelîl Mihemed got: "Em ji dijmin re dibêjin, me di oxira azadiyê de bi hazaran şehîdan dane. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên xeta wan bin û em ê têkoşînê xurt bikin heta ku serkeftinê pêk bînin."

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo Felek Îsmaîl Dawud bal kişand ser têkoşîna şehîd Leyla Qertemînî û got: "Xwedî îrade û vîneke xurt bû, di pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî û welatparêziyê de dudilî nedibû. Şehîd Leyla bi ruh û israra xwe, xwe di hemû qadan de îspat kir û bi moralekî xurt da ser xeta şehîdan."

Felek Dawud soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em ê xeta şehîdan bişopînin heta ku serkeftinê û armancên şehîdên xwe pêk bînin."

Biraziyê şehîd Leyla, Îsa Qertemînî jî axivî, soza şopandina xeta şehîdan heta rizgarkirina herêmên dagirkirî da û wiha axaftina xwe domand: "Bi saya hêzên xwe û fedakariyên wan em gihiştine vê rewşê. Şehadeta Leyla ji bo me cihê serfiraziyê ye. Ji bo parastin û rizgarkirina herêmên xwe em amade ne hîn jî şehîdan bidin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd Leyla Qertemînî bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hat veşartin.