Gefa ji bo dagirkirina Rojava û rewşa li herêmê - II

Dewleta Tirk ku ji bo Kurdan bêstatu bihêle hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve yên ku ji modela demokratîk a li vê derê aciz in, bi 'xweşbînî' tê pêşwazîkirin.

Kurd û gelên din ên li Rojava di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi çirûskên Şoreşa Rojava, di encama feraseta avakirina rêveberiya demokratrîk û gelparêz a ku xwe dispêre hêza xwe, bi projeya Neteweya Demokratîk ji nû ve xwe bi rêxistin kirin. Ev rêxistiniya ku weke Federasyona Bakurê Sûriyeyê destpê kir, her ku hate tecrûbekirin bêhtir xurt bû û mezin bû. Li Herêma Cizîrê di 20'ê Çileya 2014'an de, li Kobanê di 27'ê Çileyê de û li Efrînê jî di 29'ê Çileyê de bi şêweyê kantonê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Bi rizgarkirina herêmên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin û mezinbûna herêmê re di 6'ê Îlona 2018'an de li gel rêveberiyên Cizîr, Firat û Efrînê, bi beşdariya rêveberiyên xwecihî yên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin.

MODELEKE NÛ YA RÊVEBERIYÊ

Rêveberiya Xweser ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê modela heyî ya rêveberiyê ye, sîstemeke welê ye ku mafên her kesên li herêmê diparêze, demokmratîk e û xwe bi Peymana Civakî bi rê ve dibe. Mîmarê vê projeyê ku ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê modeleke nû ya rêveberiyê ye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ocalan ku nêrînên wî yên li ser xweseriya demokratîk ku digihêje heta sala 1994'an, di destpêka salên 2000'î de ji bo çareseriya pirsgirêkan işaret bi vê modelê kir. Ocalan têkildarî mijarê wiha gotibû, "Neteweya Demokratîk eger ruhek be, xweseriya demokratîk jî beden e. Xweseriya Demokratîk rewşa bedenbûyîna avakirina Neteweya Demokratîk e. Şênberiya wê ye, bedena wê ye."

CIHÊKARÎ NÎNE

Ev rêveberî ku nenavendî ye û cihêkariyê naxe navbera ti pêkhateyên entîkî û baweriyê, xwedî mekanîzmayeke hevpar e ku ji aliyê nûnerên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen, Çerkes û Tirkmen ve tê birêvebirin. Li herêmê ku di dema rejîmê de ti mafekî jinan tune bû, bi sîstema Rêveberiya Xweser re di çarçoveya projeya hevserokatiyê de cihê xwe di nava rêveberiyê de digirin.

XWE BI KOMÎTEYAN BI RÊXISTIN DIKE

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Komîteya Çandinî û Aboriyê, Komîteya Hîndekarî û Perwerdeyê, Komîteya Karên Hundir, Komîteya karên Civakî, Komîteya Rêveberiyên Xwecihî, Komîteya Maliyeyê, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Jinê û Komîteya Dîplomasiyê kar dikin. Neteweya Demokratîk û projeya Hevserokatiyê di komîteyan de jî derbasdar in.

LI GELEK WELATAN OFÎSÊN XWE HENE

Li gel hêviya ji bo paşeroja Sûriyeyê her wiha ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê mînakeke girîng e. Tevger û rêxistinên şoreşger ên ji deverên cuda yên cîhanê ji bo karibin vê modelê ji nêz ve bibînin timî têne herêmê. Rêveberiya Xweser li Swîsre, Belçîka, Elmanya, Fransa û Başûrê Kurdistanê nûnertiyên xwe yên fermî, li gelek welatan jî ofîsên xwe hene. Her wiha rêxistiniyên herêmê yên mîna MSD, PYD û Kongra Star ji bo naskirina Rêveberiya Xweser li gelek welatan kar dikin.

NASKIRINA FÎÎLÎ TÊRÊ NAKE

Parlamenta Başûrê Kurdistanê di sala 2014'an de, Katalonyayê jî di sala 2021'ê de ragihandin ku ew Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nas dikin. Ev rêveberiya ku li hemberî DAÎŞ'ê destketiyên mezin bi dest xistiye, li aliyê din li ber êrîşkariya dewleta Tirk radibe, lê ji aliyê dewletan ve bi rengekî fermî nayê naskirin. Di pratîkê de ji aliyê her kesî ve tê naskirin, lê di fermiyetê de nayê naskirin ku ev yek jî cesaretê dide dewleta Tirk ji bo êrîşî herêmê bike.

'EWLEHIYA SÎNOR' JI XWE RE DIKE HINCET

Qada Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê timî dibe hedefa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û mijara bazariyê di navbera hêzên navneteweyî de. Ji ber ku modeleke azadîparêz demokratîk e, hêzên hegemonîk nikarin xwe lê rabigirin. Dewleta Tirk ji ber ku bi vê zane di hevdîtin û civînên navneteweyî de bi hêsanî gefan lê dixwe. Hikumeta Tirk 'ewlekariya sînor' her tim ji bo gef û êrîşên xwe yên li ser herêmê dike hincet. Ya rast di çarçoveya 'peymana ewlekariya sînor' de ya ku 7'ê Tebaxa 2019'an di navbera DYE, QSD û Tirkiyeyê de hate çêkirin, hêzên YPG û YPJ'ê ji 24'ê Tebaxê û pê ve bi pratîkî xwe ji ser sînor vekişandin û nuqteyên xwe radestî meclîsên leşkerî kirin. Dewleta Tirk a ku di dagirkeriyê de israr dike, nesekinî û 9'ê Cotmeha 2019'an li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi navê 'Kaniya Aştiyê' dest bi êrîşeke nû ya dagirkeriyê kir. Di 29-20'ê Mijdara 2022'an de bi navê 'Tevgera Hewayî ya Pençe Kiliç' li ser herêmê da destpêkirin û heta êrîş bir ser herêma Mekmen a Dêrazorê ya bi 70 kîlometreyî dûr û Kampa Holê ya bi 80 kîlometreyî dûrî xeta sînor. Van hemûyan nîşanî her kesî dan ku meseleya esasî 'ewlekariya sînor' nîne.