Li Minbicê li dijî tecrîda Îmraliyê meş hat lidarxistin

Li gundê Osecilî yê Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşekê hat protestokirin.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, bi sedan şêniyên gundê Osecilî ya mezin ê dikeve rojavayê Minbicê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Xwepêşandan ji naverasta gund ber bi navenda tenduristiyê ve destpê kir. Di meşê de pankartên "Azadiya Rêber Ocalan mifteya aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e" û "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin hildan.

Li wir, endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Emîne Osman bi navê yekitiyê daxuyaniyek xwend.

Emîne Osman got: “Ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan di zîndanên dewleta Tirk a dagirker de ye. Dewleta Tirk bi hevkariya  îstixbarata Îsraîlê û gelek dewletên din komplo li dijî Rêber Ocalan pêk anîn da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û gelê Kurd qir bikin.ʹʹ

Emîne diyar kir ku hêviya dewleta Tirk a dagirker ew bû ku bi girtina Abdullah Ocalan fikrên wî asteng bikin û û wiha domand: "Lê piştî berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li hember çekên qedexekirî, dewleta Tirk a dagirker zanî ku fikrê Rêber Ocalan azad e. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze binketinên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre.”

Emîne Osman anî ziman ku ew  ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û got: "Me îradeya azad, hêvî û bawerî ji Rêberê xwe girtiye. Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya wî nêzîk e, ji ber ku fikrê wî ji hemû pirsgirêkên gelan re çareserî ye.”

Emîne Osman bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî di serî de CPT’ê kir ku rewşa Abdullah Ocalan eşkere bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Rêber Ocalan” û “Bijî berxwedana gelên azad” bi dawî bû.