Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan şehîd bû

Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan di qezaya trafîkê de şehîd bû.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî şehadeta şervana xwe Rojda Kayner (Mizgîn Botan) daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Şoreşa Jin a Rojava ya ku rihê yekitiya neteweyî û rihê yekitiya gelan xurt kir, ji gelek keç û xortên leheng re bû stargeh. Li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ciwanan berê xwe dan nava refên şoreş ê. Ev axa pîroz ji bo xilasbûna ji desthiladaran, hêviyeke mezin û derfeta jiyaneke nû afirand. Berxwedaniya Kobanê jî li ser vê bingehê qedera gelê Kurd û herêmê gûhert, ji bo ciwanên ku meşaleya azadiyê rakirine gava herî şênber da avêtin. Bi vê rihî hemû sînorên heyî hatin rakirin û ciwan bûn lehî tev li nava refên şoreşê bûn.

Hevrêya me Rojda Kayner bi nasnav Mizgîn Botan jî bi di nava malbatekî welatparêz de mezin dibe û ji warê Berxwedanê li Cîzîra Botan berê xwe dide nava refên azadiyê. Çanda Botana berxwedêr a ku tu carî serî li hemberî dagirkerî netewand, hevrêyên weke Mizgîn welidand. Hevrê Mîzgîn weke fermandareke ciwan hemû erkên xwe ye demê xwedî derket. Heval Mizgîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, weke jineke werek li hemberî vê hovitiyê rabû û di sala 2014’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Hevrê Mizgîn di têkoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê hate meşandin de rol û misyoneke girîng leyîst. Her kêliya ku nefes girt ji bo gelê xwe têkoşîneke bê eman da meşandin. Di temeneke ciwan de barê gelekî da ser millên xwe û bi kesayeta xwe ye xurt ve jî li hemberî rastiya welat erkên xwe heta dawiyê, bi rihê axa xwe ye berxwedêr pêk anî. Weke fermandareke ciwan a Yekîneyên Parastina Jin di rêka stratejiya şerê gelê şoreşgerî de xwe xurt kir, bi van ezmûn û danehevin xwe rêhevalên xwe re jî perwerde dikir. Hevrê Mizgîn di warê taktîk û stratejîk de xwedî lêhûrbûneke kûrt bû û li hemberî her cûrê êrîşan erkên xwe nû da ava kirinê di asta profesyoneltiya ya di xeta parastina rewa de bi cih anî. Li ser van bingehan hem di warê leşkerî û hem jî di warê birdozî de di demeke kûrt de bû xwedî kedeke bêhempa. Her mirovek bi sekna xwe ye jiyanê, hebûna xwe bi wate dike. Hevrê Mîzgîn jî yek ji van hevalên me bu ku bi seknaya dilnizm ve gêhîştibû asta hebûna xwe bi wate kirinê.

Hevala me Mîzgîn Botan di dîroka 29’ê Çileya 2023’an de dema li ser erka xwe bû di encama qezayê de gêhîşt mertebeya şahadetê. Em di serî de ji malbata Hevrê Mizgîn û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em weke Yekîneyên Parastina Jin xwedî sozdariya pêk anîna, hemû xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd in. Sozdariya me ya ji bo hevrêyên me yên şehîd re bilindkirina me ya têkoşînê ye.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd wiha ye:

Nasnav: MIZGÎN BOTAN
Nav û Paşnav: ROJDA KAYNAR
Navê dayikê: HALÎME 
Navê bav: ABDULLAH 
Cih û dîroka şehadete: 29.01.2023, EYN ÎSA"