Li Efrînê talana dewleta Tirk û çeteyên wê didome

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi sedan darên din jî birîn.

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û talanên xwezayê didomin.

Hate hînbûn ku çeteyên Firqet El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê 15 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ewfa Subhî û 5 darên zeytûnan yê kesê bi navê Şîraz Nasan birîne.

Çeteyên Sultan Murad li gundê Berav yê navçeya Şerayê 12 darên Mihemed Fewzî Xelîl, 12 darên Mistefa Xelîl û 12 darên Ziyad Xelîl birîn.

Li gundê Der Siwan ê navçeya Şerayê jî heman çeteyan, 200 darên zeytûn, qaj û behîvan ên kesê bi navê Henan Semo Ebûdan ji kokê rakirin.

Her wiha bi dehan darên li derdora baregeha leşkerî ya navçeya Mabatayê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve hatin birîn.

Dagirkeran ji serê salê ve li Efrînê zêdetirî 5 hezar dar birîne.